Li Burayê jî Elewiyan dest bi gireva bircîbunê kirin

16:38

JINHA

BURSA - Elewiyên li Bursa yê jî ji bo qetliamên li Kurdistanê berdewam dikin greva birçîbunê dan destpekirin.

Elewiyên ji bo bale bikişînin ser qetliamên ser Kurdistan ê berdewam dikin bi slogana "Bila zarok nemirin, ji şer re na, aştî heman niha" dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Komela Elewiyên Bursa yê jî beşdarî çalakiyê bûn û dest bi gireva birçîbûnê kirin. Endamê Rêveberiya Şaxa Komeleya Elewiyan a Bursayê Huseyin Kalkan diyar kir ku ewê li hemberî hemû zilim û qirkirinan bi baweriya xwe bisekinin û got: "Em elewî daxwaza demek zu rawestandina xwînê û qirkirinê dikin. Di serî de zarok bila êdî kes neyên qetilkirine."

(dt/zt)