Li du deveran ji bo meşa jinan a Botayê ya li hember 'dorpêça mirinê' astengî

08:47

JINHA

AMED/SÊRT - Jinên ji Amedê bi diruşma "Cenaze nayên definkirin, mirovahî dimire û dorpêça mirinê" despêkir li Bismilê hat rawestandin. Koma ji Stenbolê jî ketîn rê gihiştin Sêrtê, di ketina bajêr de hatin asteng kirin.

Bi pêşentiya Kongreya Jinên Azad (KJA) yê jin bi diruşma "Cenaze nayên definkirin, mirovahî dimire û dorpêça mirinê" li hember bêrêziya li hember cenazeyan li Sur, Cizîr û Silopiya tê kirin dimeşin Şirnexê. Ji bo li Botanê şikandina "Dorpêça mirinê" jin ji Amedê ketin rê. Jinên ku di saetên serê sibê de li ber avahiya DBP'ê hatin bahev dest bi rêwîtiyê kirin. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştiya DBP'ê Emine Ayna, ji Koordinasyona KJA yê Ceylan Bagriyanik, Ayşe Gokhan, Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel, 10 parlementerên jin ên HDP'ê, hevşaredarên DBP'ê, endamên Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) yê, endamên Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan, endamên Meclisa Azadiya Jinan, ji gelek navendên weke Bodrum, Mêrsîn, Edene, Enqere jin hatin beşdarî meşa Botanê bûn.

Jinên ku li Bismilê hatin rawestandin ser wesayîtên wan piç bi piç lêgerîn kirn. Polîsên dîmengirtina çapemeniyê asteng kirin, nasmanên xebatkarên çapemeniyê ji wan girtin.

Di ketina Sêrtê de libendêmayîn

Jinên ku ji Stenbolê ketine rê û duh êvarî di ketina Amedê de hatîn astengkirin piştî demdirêj li bendêmayînê cardin dest bi rêwîtiyê kirin. Di ketina Sêrtê de jin hatin sekinandin û tîmên tayîbet di wesayîtên wan de lêgerîn kirin. Jinên ku di ketina Sêrtê de hatine sekinandin diyar kirin ku ewê gav paşde ne avêjin.

(zt)