Jin: Emê li hember deshilatiya mêran serî neçemînin

09:00

Hulya Okalin - Filiz Zeyrek/ JINHA

WAN/EDENE - Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tugba Hezer Ozturk di derbarê qetîlkirinina 3'ê siyasedmedarên jin ên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar ên ku li Silopiya ji aliyê dewletê ve hatin qetîl kirin şiband qetlîama Parîsê û got ku ji ber dewlet ji hêz jinê ditirse bi polîtîkayên tune kirinê berê xwe dide jinê û jin ji xwe re hedef digire. Endama Însiyatîfa Şêwirmendiya Mor a Jinan Derya Nar Çiçek diyar kir ku dê li hemberî qrikirinan rawestin û serî li hember deshilatiyê natewînin

Bi dest pê kirina pêvajoya rêveberiya xweser re li gelek navçe û bajarên bakûrê Kurdistanê jin bûn hedefa hêza dewletê û dewlet bi polîtîkayên tune kirinê êrîşê jina kurd dike. Bi qedexekirina derketina kolanan û dorpêça terora dewletê re heya niha 66 jin ji aliyê tîmên taybet ve jin hatin qetilkirin. Dîsa di 5'ê çileyê de li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê 3 siyasedmedarên jin ên kurd ên bi navê Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar hatin qetîlkirin. Parlementera HDP'ê ya Wanê Tugbe Hezer Ozturk ji ketîlkirina her sê jinan şiband qetlîama ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê sê jinên kurd Sakînê Cansîz, Fîgen Dogan û Leyla Şaylemez û got ku dewlet her tim jina kurd ji bo polîtîkayên xwe hedef digire.

'Di hedefa dewletê de jin heye'

Tugba diyar kir ku ji dîrokê heya niha her tim dewlet li ser civaka kurd bi komkujiyan êrîşa gel dike û îro gelê kurd ji bo mafê xwe ya rêwa rabûye ser piyan û daxwaza mafê dike. Tugba derbîrî ku dewlet bi planê tune kirinê di serî de jin ji bo xwe hedef digire û raste rast êrîşê jinê dike û wiha axivî: "Bi dehan jin bi top û gulebaranan di mal û kolanên xwe de hatin kuştin û dewlet vê ji rêzê dibîne. Armanca dewletê ew e ku jinê bivê awayê tune bike û dîsa bendeng bike. Jin bi her awayî rastî astengiyan tên û destûr nayê deyîn ku jin bibin xwedî mafê axaftinê."

'Jin sembola aştiyê'

Tugba destnîşan kirin ku divê pêvajoyê de herî zêde jin têdikoşin dide û li ber xwe didin lewra dewlet ji hêza jinê ditirse û êrîşê jinê dike wiha got: "Jin pêşengiya rêveberiya xweser dikin û di her berxwedanê de cihê xwe digire. Bi gorî hişmendiya dewletê eger jin bên bêdeng kirin dê berxwedan jî bêrawestandin û berxwedan têk bibe. Lê tiştê ku dewlet hesap nekiriye heye. Vîna jinê ye. Jin tu carî nakeve. Ji ber ku jin sembola aştiyê ye û îro jin ketine nav şer û bi zarokên xwe re pêşengiya şer dike."

'Bi îşkenceyê hatin înfazkirin'

Tugba li ser qetîlkirina sê jinên siyasetmedar ên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar ên ku li navçeya Sîlopiya hatin qetîlkirin jî ev tişt got: "Sê hevalên me yên ku hatin qetilkirin raste rast hedef hatin girtin û hatin înfazkirin. Bi gorî agahiyên hatin me ew hêj birin dar bûn bi rêya telefonê xwe gihandin hevalan. Polîsan bi her awayî detûr neda ku kes biçê hewariya wan û her sê hevalên me yên jin hatin înfazkirin." Tugbe di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dewlet ji bo têkoşîn û berxwedana jinê têk bibe bi qetlîaman peyam dide jinê û got ku jinên kurd ji dîrokê heya niha rastî hemû zilm û zordariyan hatiye û tu carî têk neçûye û naçe jî.

'Têkojina jinê jî pergala mêre gef e'

Tugba li ser têkoşîn û berxwedana jinê jî ev tişt anî ziman: "Bi têkoşîna azadiya gelê kurd re li Kudistan û Tirkiyê rengên jinê zêdetir derket pêş. Jin bi têkoşina xwe derket her qadê û ji bo azadiya xwe berz kir. Jinên ku li hemberî pergala mêrê serî hildan ji pergala desthîlatdariyê re wek gef tê ditîn, Ji ber vê yekê jî her tim rastî hişmendiya mêr hatin û ji aliyê mêr ve hatin qetilkirin. Li her derî rastî tacîz û tecawîzê ji hatin û hêj tên jî. Jinên kurd ji ber li hemberî vê hat bû hedef û tê qetilkirin." Tugba têkoşîna jinên ku li Kobanê li hemberî çeteyan li ber xwe dan û bi ser ketin jî mînak nişanda û bîlêv kir ku dewleta tirk ditirse ku jinên Bakûr jî bi ser bikevin û dixwaze pêşiyan wan bigire.

'Qetlîama Silopî û Parîsê jî dewleta tirk pêk aniye'

Tugba qetlîama ku di 9'ê Çileya 2013' li paytexta Fransa Parîsê sê siyasetmedarên jin ên kurd Sakîne Cansiz, Fîgen Dogan û Leyla Şaylemez jî bibîr xist û destnîşan kir ku qetlîama Silopî û ya Parîsê jî bi destê dewleta tirk pêk hatiyê û wiha pê de çû: " Dozgeriya Fransayê bi xwe aşkera kir ku qetlîama Parîsê bi destê Tirkiyê hatiyê kirin. Çawa ku li Parîsê sê jinên şoreşger hatin qetilkirin îro bi hemen hişmendiyê li Silopiyayê sê jinên şoreşger û berxwedêr hatin qetilkirin. Her kes baş dizane ku ev sê jinên ku hatin qetîlkirin di têkoşina azadiya jinê de gelek bedel dene û xebatên xurt dinan meşandin. Ew çiqas bikûjin û qetilbikin jî ew ê nekaribin me tune bikin û em nakevin kemîna wan. Em ê li qadan bin û ji bo azadiyê heya dawiyê li ber xwe bidin."

Tugba di dawiya axaftina xwe got ku dewlet hişmendiy mêretiyê ye, ji ber vê yekê hişmendiya mêr tu carî naxwaze ku jin bi ser bikevin û rê li pêşketina jinê vekin. Dewlet baş dizane ku eger jin azad bibe dê di cihanê de gelek tişt bên gorandin û tu wateya desthilatdariya wan namîne. Ji ber vê yekê jî heya ku dikare jinê qetil dike.

Derya Nar Çiçek: Emê komkujiyan jibîr nekin

Endama Însiyatîfa Şêwirmendiya Mor a Jinan a Edeneyê Derya Nar Çiçek bertek nîşanî qetilkirina jinên siyasetmendarên kurd da û got: "Li Parisê Sakine, Fidan û Leyla qetilkirin, li Silopiyayê jî Sêvê, Pakize û Fatma qetilkirin. Em hemû dizanin li peyî van qirkirinan hêzên dewletê yên tarî hene. Li hemberî van komkujiyan bêdengmayîna hikumeta AKP'ê hevpariya suc nîşan dide. Dema ku em bêdeng bimînin dê komkujiyên nû bên jiyankirin. Ji ber ku 3 şitiş, 3 berxwedêr li hember qirkirina gel bêdeng neman hatin qetilkirin. Li Tirkiyê jinên şoreşger tên qetilkirin. Me jinên hatine qetilkirin Gunay Ozaslan, Dilek Dogan, Dilan Kortak, Yeliz Erbay û Şirin Oter jibîrnekirine, me Taybet Înan a ku cenazê wê 7 rojan li kolanê mayî, Melek Apaydin û Selamet Yeşilmen ji bîr nekiriye. Em pir baş vê dizanin ku dê ticarî tekoşîna jinan bidawî nebe. Emê her demê li hember vê zilmê bisekinin û serî netewînin. Weke Arînan, Kaderan, Sibelan û Tekoşînan li hember zilma DAIŞ'ê berxwedan hînî me kirin û hêz dayîme. Ji bo wê jî dê heya bêdawiyê ev tekoşîn berdewam bike."

(rc)