Nur Sûrer: Wek Tirkek xemgînim û şerm dikim
09:08
JINHA
STENBOL - Hunermend Nur Sûrer diyar kir ku ew wek welatiyek tirk di nava xemgîniyek mezin de ye û ji rewşa tê jîn şerm dike û wiha got, "Hesasiyeta mirovan a herî mezin yê li hember mirî û cenazeyan e. Li ser cenaze û miriyan siyaset kirin û kesên ku xwe bi oldariyê didin nasîn û îşkence li cenaze dikin, xemgîniyek giran ser me çêdike."
Polîtîkayên înkar, îmha û topyekûn şer yê ku qesir û AKP'ê li hember gel daye despêkirin, ligel komkujiyan hember cenazeyan jî bê rêzî didome. Dewlet biryarê veşartina raporên otopsiyan da, li aliyê din cenaze bi rojan li kolanan tên rewastandin û bi pêkanîna dervî ehlaqî bi dehan cenaze ji morgê direvînin û dixwazin bi vî aweyî berxwedana gelê Kurd bişkînin. Herî dawî cenazeyên welatiyên ku li Cizîr û Sîlopiyê hatin qetilkirin û rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê Şirnexê 6 cenaze ligel ku ruhsata definkirinê hebû jî duh bi şev ji aliyê polîsan ve hatin revandin û birin Sîlopî û Cizîrê. Di nava cenazeyên ku hatin revandin de cenazeyê Taybet Înan a ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ji ber êrîşan nehat wergirtin jî heye. Hunermend Nur Sûrer destnîşan kir ku polîtîkayên ku hember cenazeyan tê pêk anîn çandek yê dewletê ye û wiha got, "Wek welatiyek tirk li hember bûyerên tê jîn ez di nava xemgînî û şermek mezin de dijîm."
'Êşkence li cenazeyan kirin xemgînî dide me'
Nur da zanîn ku di damezrînera Komara Dewleta Tirkiyê û pêve çi desthilatdarî derketine tev li ser navê Mislimantiyê propaganda kirine û wiha got, "Ev yek ne tenê ji bo AKP'ê derbasdare, ji bo Demîrel û Çîller jî wiha ye. Xwedî derketina li cenazeyan ji bo mirovan xalê herî hesase. Li ser cenaze û miriyan siyaset kirin û kesên ku xwe bi oldariyê didin nasîn û îşkence li cenaze dikin, xemgîniyek giran ser me çêdike." Nur bilêvkir ku mirovên li rojavayê Tirkiyê dijîn jî jiyanek asayî najîn û wiha domand, "Bi rastî mirovên wek me jî êdî xew wan çûye. Ên ku li ser medyayê civakî nivîsên 'bila bimrin' parvedikin me matmayî dike. Dervî xemginiya xwe çi bînim ziman nizanim. Berî saetek me înfazên ku li Wanê pêk hatine bihîst. Diyare ku armanc dikin tevahî Kurdan qetil bikin."
'Wek welatiyek tirk li hember bûyerên tê jîn ez di nava xemgînî û şermek mezin de dijîm'
Nur destnîşan kir ku polîtîkayên ku pêk tên ne rêbazên nûye û wiha pêde çû, "Piştî 12'ê Îlonê em rastî van kiryaran hatin. Îşkenceyên wiha li ser cenazeyan pêk tînin, di salên borî de guh, difin û kiryarên dervî mirovahî li ser cenazeyan pêk hatine. Gelek cenaze bi erdê ve kaşkirine û hatine wenda kirin. Ev 40 salin ev kiryar tên pêk anîn. Wek welatiyek tirk li hember bûyerên tê jîn ez di nava xemgînî û şermek mezin de dijîm."
'Ev welat li ser êşên mezin ewqas rezîlî jiyan nekiriye'
Nur anî ziman ku dexwazê wê yê lezgîn aştiyek mayînde ye û wiha dawî li gotina xwe anî, "Kesên duh ji bo aştiyê bangawezî dikin, niha dibêji 'bila çermê wan rabe' dê çi binvîsin ez meraq dikim. Kojerên 17 hezar ên kiryarê wan ne diyar hene li şûna ku pey wan bikevin, jina ku di tv de dibêje 'bila zarok nemirin' digerin. Ev welat li ser êşên mezin ewqas rezîlî jiyan nekiriye. Her êşek ku li wir dijî di dilê me de jî birînek mezin vedike. Ji her kes re sebrê hêvî dikim."
(rc)