Meşa jinên Botanê gihişt Êlihê
09:46
JINHA
AMED/SERT - Jinên bi diruşma "Cenaze nayên definkirin, mirovahî dimire û dorpêça mirinê" despêkir li Bismilê hat rawestandin piştî venêrîna nasnameyan cardin rêwîtiya xwe berdewam kirin. Jinên gihiştin Êlihê bi tevlîbûnek nû ber bi Sêrtê ve rêketin.
Bi pêşentiya Kongreya Jinên Azad (KJA) yê jin bi diruşma "Cenaze nayên definkirin, mirovahî dimire û dorpêça mirinê" li hember bêrêziya li hember cenazeyan li Sur, Cizîr û Silopiya tê kirin dimeşin Şirnexê. Ji bo li Botanê şikandina "Dorpêça mirinê" jin ji Amedê ketin rê. Jinên ku di saetên serê sibê de li ber avahiya DBP'ê hatin bahev dest bi rêwîtiyê kirin. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştiya DBP'ê Emine Ayna, ji Koordinasyona KJA yê Ceylan Bagriyanik, Ayşe Gokhan, Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel, 10 parlementerên jin ên HDP'ê, hevşaredarên DBP'ê, endamên Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) yê, endamên Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan, endamên Meclisa Azadiya Jinan, ji gelek navendên weke Bodrum, Mêrsîn, Edene, Enqere jin hatin beşdarî meşa Botanê bûn. Meşa jinan li Bismilê hat rawestandin, piştî venêrîna nasnameyan cardin jinan rêwîtiya xwe berdewam kirin.
Jinên gihiştin Êlihê bi tevlîbûna ne ber bi Sêrtê ve ketin rê.
Li aliyê dinê jinên ji Stenbol û Îzmîrê ketin rê li Sêrtê rawestandina wan berdewam dike.
(zt)