Keçên Taybetê: Çima cara duyemîn vê hovîtiyê dikin?
11:16
JINHA
ŞIRNEX - Keçên Taybet Înan a ku li Silopiya hatî qetilkirin, 7 rojan cenazê wê li erdê mayî û 13 rojan jî di morgê de mayî diyar kirin ku hêzên dewletê cenazê dayîka wan ji Morga Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê revandine. Keça Taybet Meryem polîtîkaya dewletê ya li ser cenazeyan weke 'hovîtî' binavêkir û got: "Çima cara duyemîn vê hovîtiyê dikin." Azime jî wiha axivî: "Ji ber kurdbûna me dewlet êrîşî me dike. Ma gelo alîkariya dewletê wê bikare carekdinê dayîka min vegerîne?"
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di dorpêç û êrîşên ser taxan de di 20'ê kanûnê de tîmên tayîbet ser mala Taybet Înan de girtin û ew li ber derê malê qetilkirin, cenazê wê 7 rojan li kolanê ma. Welatiyan bi alaya sipî cenazê Taybet ji kolanê rakirin û bi abolansê şandin nexweşxanê. Piştî 13 rojan hêzên dewletê cenazê Taybet ji Morta Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê revandin. Cenazê Taybet û tiyê wê Yusuf Înan bi kude birine kes nizane. Keçên Taybet Meryem û Azime hemû bêmafiyên ser cenazê dayîka wan hatî kirin vegotin.
'Li vêderê hiquq nîne'
Keça Taybet Meryem İnan, da zanin ku bi fermana dewletê ew hatine cenazê dayîka xwe bigirin û wiha domand: "Em hatine cenazê xwe bigirin. Lê bi hincetên sosret cenaze nedan. Çima her demê vê hovîtiyê bi me didin jiyandin. Em hatin vêderê me piştî tabûtan cenazeyên xwe di wesayîtan de bicîh kirin, lê ji bo polîsan ferman hat, nehêlan em cenazeyan bibin, piştî du saetan amirê wan hat, weke ku haya wî ji tiştekê neyî xwe li nezaniyê danî û polîs derewderxist. Li vêderê kî çiye ne diyare, ne dewlet û ne hiquq tineye. Em nikarin cenazê dayîka xwe bigirin, ji xwe cenazê mamê min jî li vêderêye, ji derveyî wan gelek cenaze hene, ji bo me ferqa tiyan nîne, hemû cenazeyên mene."
'Ya dewlet li me dike hovîtiye'
Meryem wiha berdewam kir: "Vê hovîtiyê bidawîbikin, ji van tiştên diqewimin re bêdeng nemînin. Li gel ku em li ser fermana wan hatine cenazeyê xwe bigirin, lê li gel ku nasname di destê me dene jî cenazeyê dayîka min nadin me. Paşê jî cenazê dayîka min û mamê min revandine. Em nagihin cenazeyên xwe, li kune û çilê kirine em nizanin. Ji derveyî Tirkiyê ev bêmafî li ti deverên dinê nayên kirin. Ev hovîtiya dewlet ser me dide jiyankirine. Li gel ku min got ez keça wê me jî cenaze nedan. Piştî du saetan revandin, gelo ev dikare li kîjan deverê bi kîjan lênûs û pênûsan bê nivîsîn? Em her dem dibêjin em û tirk bi hev re dijîn, lê em li vêderê ji hovîtiyê wêdetir û xiratir dijîn."
'Ji ber ku em kurdin... '
Keça Taybet a dinê Azime jî destnîşan kir ku dewlet ji cenazeyên wan jî ditirsin û wiha dom kir: "Bila dewlet baş bizane ku emê ticarî dest ji kurdbûna xwe bernedin. Bi rojan cenazeyên me li kolanan dihêlin. Çawan ew li cenazeyên xwe xwedî derdikevin, bila bihêlin em jî bi heman şêweyî li cenazeyên xwe xwedî derkevin. Em tiştekê ji dewletê naxwazin. Gelo bi alîkariyê wê bikare dayîka min carekedinê li min vegerîne? Bese êdî bila zilam xwe ji ser me rake. Dema ku em li vêderê ser cenazê dayîka xwe û zarokên xwe digirîn, ew li mala xwe di hêlîna xwe de razayîne. Ji ber ku em bi heman hestan najîn, bila kes qala wekheviya bi me re neke."
(zt)