'Divê Tirkiye ne bi fetwayan bi rêbazên hiqûqê were birêve birin'

11:37

Ozlem Çîçek/JINHA

STENBOL - Ji ber bersivên Wezareta Karên Diyanetê yên di xeta fetwayan ên der barê malbat û zewacan de jin rabûn ser piyan. Fetwayên Diyanetên ên ku dibêje 'Nêrîna bav a li keça xwe ya bi hestên şewhî ne herame' ji aliyê jinan ve wekî "kepazetî" hat bin av kirin. Jinan diyar kir ku divê Tirkiye ne bi fetwayan bi rêbazên hiqûqê were birêve birin.

Ji ber parvekirin û besivên Wezareta Karên Diyanetê yên li ser tora civakî yên wekî fetwayan rastî bertekên aliyên din ên civakê û jinan tên. Ji ber nîqaşên di demên dawî de ku didomin, serokê Saziya Karên Ol a Bilind bi daxuyaniyekê diyar kir ku saziya wan fetwa ne dane tu carî nadin, wan rûpela xwe ya ku bersivên pirsên olî dide girtine û der barê kesên ku bersivên ne li gorî olê dane de lêpirsîn hatiye vekirin. Ji ber bertekên zêde yên li hemberî fetwayên dij olî Wezareta Dadê îdia kir ku fetwayên hatin dayîn karê 'rêxistinên paralele.' Lê baweriya gel û jinan bi daxuyaniya wezaretê nayê bertek her ku diçin zêde dibin.

Avakara Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Rawestan (KCDP) Gulsum Kav, diyar kir ku divê Tirkiye ne bi fetwayan bi rêbazên hiqûqê were birêve birin û wiha got: "Li vî welatî gelên ku bi bawerî û mezhebên cûda dijîn hene. Divê dewlet li hemberî hemû baweriyan wekhev nêzîk bibe. Daxuyaniya diyanetê û gotinên Erdogan ên ji bo Hîtleran ne gotinên ji rêzê ne. Lênêrîna dewlet û saziya diyanetê ya li jinan hijmendiya DAIŞ'ê ye. Heke derewandina fetwayên hatine dayîn rast be divê Saziya Karên Diyanetê ya Bilind bersiva çend pirsan bide. Li hemberî daxuyaniyên kesên ku di diyanetê de ne didin Saziya Karên Diyanetê ya Bilind çi dibêje? Der barê kesên ku bersivan didin pirsên olî lêpirsîn tê vekirin? sazî li hemerî îstîsmara jin û zarokane yan na."

Endama Komeleya Jinên Esenyali Adîle Dogan bi lêv kir ku baweriya wan bi daxuyaniya saziya diyanet û wezareta dadê nayê û îro hikûmet çi dixwaze bêje diyanet wan tiştan dibêje. Adîle, da zanîn ku diyanet polîtîkbûye, bûye saziyekî siyasî û wiha got: "Di mijarên siyasî de siyasetmedar daxuyaniyan didin û dema tengezar dibin gotinên xwe înkar dikin. Tiştên diyanet jî die hemane ji ber bertekên zêde kirinên xwe înkar dike."

Adîle, anî ziman ku saziyên jinan dê di demek kurt de bên cem hev, der barê mijarê de daxuyaniyekê bidin û wiha pêde çû: "Divê kesên ku îstismara zarokên biçûk ên keç rewa dibînin bên darizandin. Daxuyaniyên wekî fetwa ên ku ji aliyê diyanetê ve hatin dayîn kepazetiye. Gel jin serî li me didin û dibêjin rastî tecawiza bav, ap û xizmên xwe hatine. Daxuyaniyên diyanetê bûyerên wiha meşrû dike."

Nûnera Komeleya Jinan a Gulsoyê Ebru Unal jî destnîşan kir ku heta niha îktîdarê der barê cil, ken û jinên ducanî de gelek gotin gotine û wiha axivî: "Daxuyaniyên diyanetê yên der barê îstîsmara zarokên keç de nêrîna îktîdarê radixe ber çavan. Daxuyaniya diyanetê ya derewandina fetwayên hatine dayîn ne samîmî ne. Divê ev fetwayên diyanetê ji aliyê civakê de ne yê pejirandin û li hemberî vê çalakiyên girseyî bên li darxistin."

(aw)