Jinên ber Botanê ve dimeşin li du deverên cuda yên Sêrtê hatine rawestandin

11:52

JINHA

AMED/SERT - Jinên bi diruşma "Cenaze nayên definkirin, mirovahî dimire, bila dorpêça mirinê bê rakirin" ji gelek bajaran ber bi Botanê ve ketine rê di ketina bajarê Sêrtê û Kezer çayi mevkin ê ji ber barîkatên polîs û leşkeran hatine rawerstandin. Jin bi gerandina dîlanê li benda vekirina rê ne.

Ji ber bêmafiya li Sur, Cizîr û Silopiyayê li cenazeyan tê kirin bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) yê jin bi diruşma "Cenaze nayên definkirin, mirovahî dimire, bila dorpêça mirinê bê rakirin" ji duh ve ji gelek bajaran ber bi Botanê ve ketine rê.

Di saetên şevê de jinên ji gelek bajarên weke Stenbol, Îzmir, Mêrsîn, Manisa, Agirî û Edeneyê ketine rê di saetên serê sibê de gihan Sêrtê. Bi sedan jinên ji deverên cuda ketine rê di ketina Sêrtê de li ber barîkatan hatin sekinandin. Bi saetane jin li gel hewaya sar jî agir pêxistine, dîlanê digerînin û li benda derbasbûnê ne.

Ji bo şikandina "Dorpêça mirinê" ya li ser Botanê koma duyemîn a jinan ji Amedê ketin rê. Jinên ku di saetên serê sibê de li ber avahiya DBP'ê hatin bahev dest bi rêwîtiyê kirin. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştiya DBP'ê Emine Ayna, ji Koordinasyona KJA yê Ceylan Bagriyanik, Ayşe Gokkan, Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel, 10 parlementerên jin ên HDP'ê, hevşaredarên DBP'ê, endamên Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) yê, endamên Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan, endamên Meclisa Azadiya Jinan, jî di navê de jin gihan Êlihê li wê jî bi tevlîbûnek mezin berbi Sêrtê ve ketin rê. Hîna 15 kilometre mayî ji ketina Sêrtê re li Kezer çayi mevkinê li ber barîkatên leşker û polîsan hatin sekinandin. Destur nadin meşê û di wesayîtan de polîs lêgerînê dikin.

Jinên di berdewam kirina meşê de bi biriyarin hevdîtinan dikin. Jin bi diruşmeyan û gerandina govendê li benda vekirina rê ne.

(zt)