Li gelek welatan dê feminist ji bo Sêvê, Pakize û Fatma çalakiyan bikin
12:15
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Dê Meşa Jinên Cîhanê (DKY), ji bo Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar ên li Silopiyayê hatine qetilkirin li Ewrupa û gelek deverên cîhanê çalakiyan lidarbixin. Di encama hewildanên jinan de ji bo qetilkirina her sê jinan Parlementoya Portekizê biriyara şermezarkirina komkujiyê da.
Di derbarêqetilkirina 3 jinên siyasetmendarên kurd li Silopiyayê de jinên navnetewî ketin nava tevgerê. 4'emîn Meşa Jinên Cîhanê di 8'ê Adara sala 2015'an de ji Nisêbîna Mêrdînê despêkir. Ji gelek welatên cîhanê jin tevlî meşê bûn. Piştî Bakurê Kurdistanê meş derbazî bajarên Tirkiyê bû û paşê jî li gelek welatên cîhanê berdewam kir. Bi boneya qetikirina Endama Desteya Rêveberiya KJA yê û Endama Meclisa Partiyê ya DBP'ê Sêvê Demir a ku di organîzeya meşa DKY'ê ya ji Nisêbînê despêkirî de jî cih girtî, Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakize Nayir û Endama KJA yê Fatma Uyar DKY'ê peyama sersaxiyê ji bo KJA yê şandin û ji bo wan biriyara despêkirina çalakiyan dan.
Sekreteryaya DKY ya Ewrupayê û Parlementoya Portekizê biriyara şermezarkirina komkujiyê dan.
Dê jinên DKY'ê ji bo Sêvê, Pakize û Fatma di serî de li Ewrupa û gelek deverên cîhanê dest bi çalakiyan bikin.
(zt)