Xwendekarên zanîngehê tevlî nava refên YPS-Jin dibin

12:27

JINHA

ŞIRNEX - Komek ji jinên ciwan ên li zanîngehê dixwînin, ji bo alîkariya berxwedana Cizîrê di roja 29'an de berdewam dike çun navçeyê beşdarî nava refên YPS-Jin bûn.

Di roja 29'an de berxwedana gelê Cizîrê li hember dorpêçê, êrîşên bi tang û topan berdewam dike. Li gorî nûçeya ANF'ê komek xwendekarên zanîngehê yên ji bo piştevaniya berxwedanê çun navçeyê beşdarî nava refên YPS-Jin bûn. Li gorî nûçeyê xwendekarên jin biryara xwe ya tevlîbûna nava refên Yekîneyên Parastina Sivîl ên Jinê (YPS-Jin) ya ku berî çend roja avabûna xwe îlan kirî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re ragihandin. Xwendekaran dan xuyakirin, ku nedibû ew li pêşberî terora dewletê ya li Cizîrê bêdeng biman û destnîşan kirin, ku ji bo li dijî konsepta tinekirinê ya li hemberî gelê Kurd tê meşandin têbikoşin, ew tevlî refên YPS-Jin bûne.

Xwendekarên jin bang li hemû jin û ciwanan kirin ku li her cihê lê ne, tevlî berxwedanê bibin.

Yekîneyên Parastina Sivîl-YPJ li gelek herêmên Amed û Botanê hatibû îlankirin. Çend roj berê jî Yekîneyên Parastina Sivîl ên Jinê (YPS-Jin) jî bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatibû îlankirin.

(zt)