Taybet İnan bêyî zarokên wê bi awayê korsan veşartin
13:36
JINHA
ŞIRNEX - Taybet Înan a ku êrîşên dorpêçê de hatî qetilkirin û cenazê wê 7 rojan li kolanê mayî li gel cenazeyê tiyê wê Yusuf Înan ji zarokên wê bê xeber bi veşartî binaxkirine.
Cenazeyê di êrîşên qirkirina nijadî de dayîka 11 zarokan Taybet Înan a li navçeya Silopiya ya Şirnexê di 20'ê kanûnê de ji aliyê hêzên dewletê ve hatî qetilkirin û hefteyekê cenazê wê li erdê mayî li gel cenazê tiyê wê Yusuf Înan ji Morga Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê bêyî malbatan hatine revandin. Hat zanîn ku cenaze birina Gotistana Taxa Yenişehirê bêyî zarokên wê binax kirine.
Keça Taybet Meryem Înan got: "Li gel xwe melayek û 8 kes girtin û çun cenaze sipartin axê. Di cîhanê de hovîtiyek wiha nehatiye dîtin. Hemû cîhan li hemberî vê hovîtiyê kor û ker bûne. Em bi ti awayî na pejirînin ku cenazeyên me wiha defin dikin."
Duh jî ji Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê 4 cenaze revandine û bêyî malbatên wan ew birine veşartine.
(zt)