Jinên meşa Botanê ser rêya Sêrtê sekinandin û darb kirin
13:58
JINHA
SÊRT - Jinên ji bo bêmafiya li hemberî cenazeyên li Silopi, Cizîr û Surê li kolananin ji bo meşa Botanê ber bi Şirnexê ve ketin rê li Sêrtê dan sekinandin û hîna li benda derbasbûnê ne. Dema ku jinan bertek nîşanî binçavkirina ciwanekê dan ji aliyê polîsan ve hatin darbkirin û cihê ku jin lê rawestiyane ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.
Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) yê li hember bêmafiya ser cenazeyan li Cizîr, Silopî û Surê tê kirin jin ji gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyê bi diruşma "Cenaze nayên veşartin, Mirovahî dimire, Bila dorpêça mirinê bê rakirin" ber bi Şirnexê ve ketine rê. Di navê de Hevseroka KCD'ê Selam Irmak, Gevseroka Gitiya DBP'ê Emine Ayna, Endama Koordinasyona KJA yê Ceylan Bagiryanik, Wekila Koma HDP'ê Çaglar Demirel jî heyî gelek jinên ketin rê hîna 18 kilometre mayî ji ketina Sêrtê re li tesisatek a bêhindanê ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.
Jinên hatin dorpêçkirin girtin bin dorpêçê
Di dema lêgerîna wesayîtan de dema ku polîsan ciwanek girtinbinçavan, jinên bertek nîşan dan hatin darbkirin. Di dema darbkirinê de Endama Koordinasyona KJA yê Ceylan Bagriyanik bi erdê ve hat kaşkirin. Di dema rageşiyê de ciwanê navê wî nehat zanîn hat binçavkirin, tesîsata bêhindanê bi wesayîtên zirxî hat dorpêçkirin.
(zt)