Li Wanê polîsan êrîşî meşê kir

14:08

JINHA

WAN - Li Wanê ji bo şermezarkirina komkujiya têde 12 ciwanan jiyana xwe ji destdayî meşek hat lidarxistin. Meş rastî astengiya polîsan hat û di encamê de gelek kes birindar bûn.

Bi sedan welatiyên Wanê ji bo înfazkirina12 ciwanên ku ji aliyê tîmên taybet ve hatin ketîlkirin şermezar bikin xwestîn meşek li dar bixin. Welatiyên ku li ber avahiya rêxistina HDP'ê lihevkombûn xwestîn heya Qada Bêşyolê bimeşin. Girseya ku di nav de jinên temen mezin û nexweş jî heyî rastî astengiya polîsan hatin û polîsan destûr neda ku girsê bimeşe. Giseya ku rastî astengiya polîsan hat 5 deqe çalakiya rûnîştinê pêk anî. Polîsên ku li qadên bûn bi ava şît û bombeyê gazê êrîş biron ser gel û gel ji hev belav kirin.

Di encama êrîşa polîsan de gelek kes birindar bûn û gelek kes jî hate binçavkirin. Hate hinbûn ku kesên birindar bûn hilgirtîn Nexweşxaneya Beşa Lezgin û li wir tên dermankirin.

(ho/zt)