Ji aliyê PDK'ê ve Parlementer Êvar Îbrahîm bi înfazê tê tehdîd kirin
14:42
JINHA
SİLÊMANÎ - Ji ber lêkolînên ser qetilkirina Parêzer Naz Silêman ji aliyê hikumeta PDK'ê ve gefa înfazê li Parlementera Tevgera Goran Êvar Îbrahîm tê kirin.
Di 3 yê çile de li bajarê Hewlêrê yê Başurê Kurdistanê Parêzer Naz Silêman ji aliyê kesên nasnama wan ne diyar ve hat revandin û piştî 2 rojan cenazê wê hat dîtin. Piştî qetilkirina Naz hikumeta PDK'ê desturê nade malbata Naz li ser rewşa wê ji çapemeniyê re bipeyîve. Parlementera Tevgera Gotan Êvar Îbrahîm girêdayî qetilkirina Naz lêkolîn daye despêkirin. Lê bi rêya telefonê û mediyaya civakî ji aliyê hêzên PDK'ê ve Êvar bi înfazê hatiye tehdîd kirin.
Êvar Îbrahîm girêdayî tehdîtên înfazê yên ji aliyê hêzên PDK'ê ve lê hatiye kirin diyar kir ku ewê li hember qetilkirinên jinan serî netewînin. Êvar da zanîn ku wê di derbarê mijara tehdîda înfazê de serî li dozgeriyê daye. Êvar bilêv kir ku ewê li gel hemû tehdîd û zoriyan jî lêkolînên xwe yên ji bo qetilkirina Naz berdewam bike.
(şb/zt)