Li Til Temir ji bo Sakine, Fidan û Leyla çalakiya bîranînê

14:43

JINHA

TIL TEMIR - Ji aliyê rêxistinên jinên Rojava ve çalakiyên bîranîna ji bo 3 jinên siyasetmendarên kurd Sakine, Fidan û Leyla berdewam dike. Ji aliyê jinên PYD'ê ve di çarçoveya çalakiyê bîranînê de li bajarê Til Temir ji bo jinan civînek hat çêkirin.

Li Rojava çalakiyên bîranînê yên ji bo 3 jinên siyasetmendarên kurd ên li Parisê hatine qetilkirin Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez berdewam dikin. Jinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê jî ji bo bîranînê li navenda partiya xwe ya Til Temirê civînek lidarxistin. Di civîna bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de li gel endam û rêveberên partiyê gelek jin amadebûn. Rêvebera PYD'ê Zehra Erdal ser jiyana sê jinan axivî.

(sş-ja/zt)