Jinên dibêjin; 'Rêya berxwedanê vekirî azadiyê tîne' dimeşin
15:59
JINHA
SÊRT - Jinên bi diruşma "Cenaze nayên definkirin, mirovahî dimire, bila dorpêça mirinê bê rakirin" ji gelek bajaran ber bi Botanê ve ketine rê astengiya Sêrtê jî deerbaskirin û meşa xwe berdewam dikin. Endama Koordinsayona KJA yê Ceylan Bagriyanik got; "Emê barîqatên îşkalciyan derbasbikin û li hember dorpêçê ji bo azadiyê bigihin Botanê."
Ji bo şikandina "Dorpêça mirinê" ya li ser Botanê di navê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştiya DBP'ê Emine Ayna, ji Koordinasyona KJA yê Ceylan Bagriyanik, Ayşe Gokkan, Wekîla Koma HDP'ê Çaglar Demirel, 10 parlementerên jin ên HDP'ê, hevşaredarên DBP'ê, endamên Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BÎKG) yê, endamên Platforma Rawestandina Cînayetên Jinan, endamên Meclisa Azadiya Jinan, jî di navê de jinên dimeşiyan astengiya Sêrtê jî derbaskirin.
Endama Koordinasyona KJA yê Ceylan Bagriyanik got ku ew ji bo cenazeyan wergirin meşa xwe berdewam dikin. Ceylan destnîşan kir ku li her derê rastî astengiya dewletê hatine û wiha berdewam kir: "Em têne astengkirin lê emê dest ji vê meşê bernedin. Ew dikarin riya me bigirin lê emê hemû riyan vekin. Riyên ku emê bi berxwedanê vekin dê me bigihîne azadiyê. Di dawiya vê berxwedanê de azadî heye û emê dorpêçan rakin. Em bi biryar in ku biçin Şirnexê."
Piştî axaftinê, bi hezaran welatî bi diruşma "Em bi biriyarin bigihin Botanê" li wesayîtan siwar bûn û berê xwe dan Şirnexê.
(zt)