Malbatên ku cenazeyê zarokên xwe negirtin dê dest bi rojiya mirinê bikin
16:15
JINHA
AMED - Berxwedan Surê di roja 41'an de berdewam dike. Malbatên ku ji ber cenazê zarokên wan nadinê dest bi gireva birçîbûnê kirine gotin: "Ger cenazê zarokên me nedin emê bikevin rojiya mirinê."
Li navçeya Sur a Amedê di roja 41'an de dibin êrîşan de berxwedan berdewam dike. Cenazê Mesut Sevitek, İsa Oran, Ramazan Ogut û Rozerin Çukur nadin malbatan. Mabat 10 rojin li Şaxa İHD'a Amedê ji bo cenazeyê zarokên xwe bigrin di gireva birçîbunê denin. Her roj welatiyên Amedê diçin ziyareta malbatan. Malbatan gotin; "Ev şermek mirovahiyê ye, bila ve şerm bi dawî bibe, em cenazeyê xwe dixwazin"
Ser nave malbata meta Ramazan Ogut Zarya Baran daxiyani da û got; "Eger cenazeyê me nedin em ê dest bi rojiya mirinê bikin. Hata cenazeyê zarokên me nedin em ê sekna xwe berdewam kin."
(dt/zt)