Hevalên Rozerîn tenduristvanên di çalakiyê de ziyaret kirin.

18:44

JINHA

AMED - Li navçeya Sur a Amedê li hember dorpêç û êrîşên ser navçeyê berdewam dikin tenduristvan di çalakiyê denin.

Çalaki ya runiştinê ya tenduristvanan di roja 19'an de dewam dike. Hevalên Rozerîn Çukur parlementerên CHP û HDP'ê ji bo piştgirîye çun serdana tendurisvanên di çalakiyê denin. Li hember dorpêç û êrîşên ser Kurdistanê berdewam dike çalakiya xebatkarê tenduristiyê yên SES û TTB'ê li ber Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê bi silogana "Li hember mirinê jiyan, li hemberî reş spî" 19 roj li pey xwe hişt. Her roj çalakvan ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin. Îro jî parlementerê CHP'ê Murat Emir, Nurettîn Demir, Nîyazî Kara, Ali Seher, Orhan Saribag ji bo piştgiriyê çun serdana xebatkarên tenduristiyê yên di çalakiyê de.

Parlementerên HDP'ê Huda Kaya û Sibel Yigitalp jî çalakî ziyaret kirin.

Hevalên xwendekara lisê Rozerin Çukur ya ku di dema dorpêçal ser Surê de hatî qetilkirin û 5 rojin cenazê wê nadin malbatê jî çun serdana çalakiya xebatkarên tenduristiyê. Xwendekarên ku bi wêneyên Rozerîn çalakiya tenduristvanan ziyaret kirin diruşma "Bijî berxwedana Surê" bilind kirin.

(dt/zt)