Girtiyên PAJK'ê: Êş û hêrsa me mezine

09:06

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PAJK'ê bertek nîşanî qetilkirina sê jinên siyasetmendarên kurd li navçeya Silopiya ya Şirnexê dan û gotin: "Dê ev hişmendiya faşîst li hember tekoşîna jinên kurd ên şoreşger û giyana wan azad binbikeve."

Bi navê girtiyên PAJK'ê yên Tirkiye û Kurdistanê Kajin Peri girêdayî li Payîtexta Fransa Parisê di 9'ê Çileya sala 2013'an de qetilkirina Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez li gel di 4'ê Çileyê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê qetilkirina sê jinên siyasetmendarên kurd Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Daxuyanî wihaye:

"Di sala 2013'an de yên li hember pêvajoya çareseriyê ya Rêbertiya me pêşxistî hevalên me Sakine, Fidan û Leyla li Parisê qetilkirin. Em weke gel û jinên kurd li hember deshilatiya qatîl bi înat û bi girêdana hevalên xwe me soza çareseriyê daye. Îro li Kurdistanê li hember hemû êrîş û zilma tê kirin berxwedan bi wê girêdanê bilind dibe.

'Êş û hêrsa me mezine'

Di salvegera qirkirina Parisê de hişmendiya faşist a ku ji bo tinekirina gelê kurd sond xwarine û hemû kolan vegerandine gola xwînê sê hevalên me Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar qetilkirin. Em vê qirkirinê lanet dikin û bi nefret şermezar dikin. Hêrs û êşa me mezine. Dê ev hişmendiya faşîst li hember tekoşîna jinên kurd ên şoreşger û giyana wan azad binbikeve. Ev zilma mezin nîşanên binketin û hilweşînê ne.

Em di kesayeta sê hevalên xwe de bejna xwe li ber ên 7 heya 70 salî li hember zilmê û îşkala sed sala 21'an bedenê xwe kirine pêjan û jiyana xwe jidest dane diçemînin. Em ji bo DBP, Tevgera Jinên Kurd, hemû malbatên xwe yên bi êş û biromet sersaxiyê dixwazin."

(zt)