Jinên ku bi kenê xwe jiyanê ronî dikin...
09:07
Gulan Botan/JINHA
KOBANÊ - Li Rojava gelek jinên ku ji pêkhatiyên cûda cihê xwe di nava hêzên YPJ'ê de digrin û bin sîwana QSD'ê de bi rûkeniya xwe zayîna nû pêk tînin û li hember çeteyan meydanê dixwînin. Hêviya jiyana nû bi rûkeniya şervanên YPJ'ê wiha di objektîfa me de diyar bû.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 23'ê Kanûnê de li başûrê Kantona Kobanê li hember çeteyên DAIŞ'ê hemle dan despêkirin. Hêzên QSD'ê di 30'ê Kanûnê de azadkirina Bendava Teşrînê bi daxuyaniyek diyar kir. Hêzên YPJ'ê ên ku cihê xwe di nava QSD'ê de girtine di çeperên şerde berxwedaniyek mezin nîşan didin.
Şervanên YPJ'ê bi berxwedaniya xwe hesabê qirêj yên zîhniyeta desthilatdariyê vala derxistin û balê cîhanê kişand ser xwe. Gelek jinên ku ji pêkhatiyên cûda cihê xwe di nava hêzên QSD'ê de girtin û bi sekna xwe yê heybet di çeperên pêş de li hember çeteyan berxwedidin. Jinên ku bi reng, ken û berxwedana xwe hember çeteyan meydanê dixwînin, ligel tevahî zehmetiyan bi îdayek mezin hêviya jiyana nû avadikin.
(rc)