Jinên Wanê: Em ê hesabê komkujiyan li qadan bipirsin
09:47
Nişmiye Guler/JINHA
WAN - Perwerdekara Navenda Çandê a Nuda Salîha Ayata û Hevseroka DBP'a Bajêr ya Wanê Caziye Duman hedef girtina siyasetmedarên jinên Kurd ên li Silopî û Parîsê nirxandin û gotin, "Heya kojer hesab nedin, polîtîkayên qirêj derneyê ronahiyê û çareser nebin em ê li qadan bin û têbikoşin."
Li paytexta Fransa Parîsê di 9'ê Kanûna 2013'an de jinên siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin û di 4'ê Kanûnê de jî li navçeya Silopî yê Şirnexê Endama Meclîsa Partiya DBP'ê Sêvê Demîr, aktîvîsta KJA'yê Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel yê Silopî Pakîze Nayîr hatin qetilkirin. Perwerdekara Navenda Çandê a Nuda Salîha Ayata û Hevseroka DBP'a Bajêr ya Wanê Caziye Duman komkujiya Parîs û Silopî nirxandin û diyar kirin ku komkujî bi aweyek plankirî pêk hatiye.
'Sakîne ji bo jina Kurd mînaka berxwedaniyê ye'
Salîha Ayata asta têkoşîna jina Kurd yê ku di şexsê Sakîne Cansiz de gihêştiye nirxand û diyar kir ku Sakîne ji bo jina Kurd mînaka berxwedanî û vînê ye. Salîha destnîşan kir ku Sakîne di damezrandina PKK'ê de cih girtiye û ligel îşkenceyên giran yên girtîgehê berxwedaniyek mezin nîşan daye û wiha got, "Çîroka jiyanê yê bi têkoşînê dagirtî û dirêj a Sakîne heye."
'Desthilatdarî hewldide vejîna têkoşîna jin ji holê rake'
Salîha da zanîn ku komkujiya Parîsê bi aweyek plankirî pêk hatiye û wiha domand, "Çawan dibe di salvegera siyemîn a komkujiya Parîsê de li Silopî komkujî pêk tê. Komkujiya Silopî jî ne bûyerek tesedûfe. Desthilatdarî hewldide vejîna têkoşîna jin ji holê rake." Salîha anî ziman ku jina Kurd xwedî hêza guhertina civakê ye û wiha dirêjî da gotina xwe, "Desthilatdarî di ferqa hêza jina Kurd de ye. Ji ber vê jin digrin hedefa xwe. Şehîdên me ên jin riyê me ronahî dikin û me hînê têkoşînê dikin. Em ê ti car serî li hember vê zilm û komkujiyana nedanin." Salîha dawiya gotina xwede bang li jinên Kurd kir ku dev ji têkoşîna xwe bernedin.
'Heya kojer diyar nebin em ê li qadan bin'
Hevseroka DBP'a Bajêr ya Wanê Caziye Duman gotina Sakîne Cansiz "Min malbat terk kir, ji ber min dorpêçiya civakê ser jin nepejrand, di şoreşê de min îsrarkir" bi bîrxist û wiha berdewam kir, "Heya kojer hesab nedin, polîtîkayên qirêj derneyê ronahiyê û çareser nebin em ê li qadan bin û têbikoşin." Caziye bilêvkir ku ligel sê sal li ser komkujiya Parîsê derbasdibe ji bo ronîkirina bûyerê tu gav nehatine avêtin û wiha domand, "Israra heval Sakîne di şoreşê de, têkoşîn û lêgerîna nasnameya jina azad bû. Komkujiya ku pêk hatî tehdîdek yê li hember hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bû."
'Jina Kurd wê pêşengiya aştiyê bike'
Caziye balkişand ku bi îlankirina xwerêveberinê re zîhniyeta AKP'ê jin girtiye hedefê xwe û wiha dawî li gotina xwe anî, "Bi soza Bêrîtanan, Zîlanan, Sakîneyan, Leylayan û Fîdanan me dest bi vê têkoşînê kir û em ê heya dawî têkoşîna xwe bidomînin. Jina Kurd wê pêşengiya aştiyê bike."
(rc)