Jinên Kenyayê ji bo Fatumayê ku rastî şîddetê hatî ser piyanin
10:33
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin ji bo Fatuma Îbrahîm yê ku li Kenyayê ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîddetê hatî, kampanyayek ser medyayê civakî dan despêkirin û diyar kirin ku ew ê şopdarê dozêbin.
Li Kenyayê ji sedî 50'î jin rastî şîddetê tên. Di pênçşema borî de jina bi navê Fatuma Îbrahîm (30) ji aliyê hevjînê xwe Mohamed Deeq rastî êrîşek hat. Fatuma a ku bi kêran ji rûyê xweve bi giranî hate birîndar kirin, bi balafirê rakirin nexweşxaneya paytexta Naîrobiyê û tê derman kirin. Jinên ku bertek nîşanî êrîşên hember Fatuma dan, li ser medyayê civakî kampanyak bi navê Fatuma #JusticeForFatuma (#Ji bo Fatuma edelet) dan despêkirin.
Dadgeh ji bo ku Fatuma guhdar bike rûniştina dozê paşde xist
Piştî bûyerê Mohamed Deeq hat girtin û di 8'ê Kanûnê de derket pêşbirê dadgehê. Jinên ku dema dozê şopandine berê xwe dan edliyê. Mohammed yê ku derxistin pêşbirî dadger îdda kir ku ew hevjîna xwe kêr nekiriye. Heyeta dadgehê piştî îfadeyê Mohammed guhdar kir, ji bo Fatuma jî guhdar bike dozê taloqê 13'ê Kanûnê kir.
'Wek jin û parêzer em ê dozê bişopînin'
Piştî dadgehê ser navê Federasyona Parêzerên Jinên Kenya Teresa Omondî Adeîtan diyar kir ku di warê pêkhatina edeleta rast de gumanê wan heye û wiha got, "Xizmên Fatuma dibêjin 'eger malbata Mohammed lêborîn bixwazin û beramberê wê deh hêştir bidin' dibe ku Fatuma di dadgehê de îfade nede. Wek jin û parêzer em ê dozê bişopînin."
Bijîşkan agahî dan ku Fatuma êdî dikare bipeyive û bikene û gotin rewşa wê ber bi başbûnê ve diçe.
(rc)