Hîzniya dîroka 200 sal ji nifşa pêşerojê re amede dike

10:52

JINHA

TIRBESPIYÊ - Hîzniya Osman bi çîrokê ku bavê wê jêre vedibêje hînê çanda Kurdan dibe. Bi berhevkirina berhemê dîrokî mala xwe veguherandiye pêşangeha dîrokî. Mala Hîzniya a ku bûye navenda ziyareta nivîskaran dîroka 200 sal ji nifşê bê re amede dike.

Hizniya Osman yê ku li gundê Maşûq yê girêdayî bajarê Tirbêspiyê a Kantona Cizîrê dijî bi berhevkirina berhemên dîrokî mala xwe veguherandiye pêşangeha dîrokî. Li gorî nûçeyê ANHA'ê Hîzniya bi çîrokê ku bavê wê jêre vedibêje hînê çanda Kurdan bûye û ji zaroktiya xwe berhem û alavên dîrokî berhev dike. Li mala Hizniya ji 50'î berhemên dîrokî zêdetir tê dîtin. Ji cil û bergên Kurdî heya amûrên ku çanda Kurdî diyar dike tê dîtin. Li malê destarê kevnar yê berî 200 hatî çêkirin û hebûna xwe diparêze balê mirov dikêşe.

Gelek berhemên ku ji heriyê çêkiriye

Hîzniya Osman, dervî berhevkirina berhemên dîrokî bi afrîneriya xwe yê çandî ji heriyê jî alavên cûda çêdike. Dema ku bi çêkirin û berhevkirina berhemê dîrokî re mijûl dibe, coşa herî mezin ji bo pêşerojê û nifşê bê re amedekirinê re mijûl dibe. Hîzniya mala ku tevî bav û dayîka xwe lê dimîne, wek Mala Çandê bi nav dike û ji ber vê taybetmendiyê malvaniya gelek mêvanan dike. Gelek nivîskar jî bûne mêvanê mal û nivîs nivîsîne. Debariya malbata Hîzniya jî bi çandinî û xwedîkirina sewalan re pêk tê.

(rc)