Jîrbûn û tekoşîna hevala Sêvê Pakize niha dayîk û xwişk berdewam dike
11:18
JINHA
ŞIRNEX - Dayîka yek ji sê jinên siyasetmendarên kurd yên li Silopiya hatin qetilkirin Pakize Nayir dema ku qala keça xwe kir da zanîn ku ewê tekoşîna keça xwe berdewam bike û şopandina doza gel berdewam bike û got: "Xwezî şansê wê yê hîna 5 salên dinê jî ji bo gelê xwe xizmetkirinê hebana. Lê diyar bû ku şansê wê evqas bû. Ez bi tekoşîna wê serbilindim. Ez ne peşêmanim, heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ez şopdarê tekoşîna keça xwe me."
Ji 3 jinên siyasetmendarên di 4'ê Çile de li navçeya Silopiya Şirnexê bi birîndarî hatin înfazkirin Pakize Nayir di sala 1990'an de di nava malbatek xwediyê 8 zarokan de weke zaroka malbatê ya 4'an hatiye dinê. Pakize ya ku ji zarokatiya xwe ve bi jîrbûna xwe tê zanîn ji bo debara malbatê dikana kuaforê vekiribû. Pakize li hemû malbatê, xwişk û birayên xwe yên li gund jî dinêrî, di heman demê de di nava xebatên partiyê de jî cîh digirt. Pakize demekê wiha xebat kir, paşê jî rêya wê bi hevala wê ya pêre hatî înfazkirin Sêvê ket. Sêvê ji jîrbûna Pakize bi bandor dibe û dibêje: "Heval Pakize tu çima bi vê jîrbûna xwe di nava xebatên hîn zêdetir zindiyên partiyê de cîh nagirê?" Piştî vê pirsa Sêvê Pakize êdî hîn zêdetir zindî di nava xebatên partiyê de cîh digire. Dayîka Pakize Behiye Nayir wan deman wiha tîne ziman: "Ew û Sêvê gelek bi hevrebûn. Sêvê jî her demê dihat mala me. Ji xwe her du bi hev re dixebitîn. Bi hev re Mala Jinê vekirin. Her çî kar hebana Pakize di navê debû, xwe ji tiştekê kêm nedihêla. Pakize gelek girêdayî û dilxwazê kar û doza xwe bû. Sêvê wê ji bo Hevserokatiya Meclisa Bajêr jî pêşniyarkir."
Dema ku Behiye qala keça xwe dike, her dem qala jîrbûna wê dike. Behiye destnîşan kir ku ji zaroktiyê ve keça wê gelek jîrbûye û wiha domand: "Keça min mirovek gelek binirxbû. Dikana wê ya kuaforê hebû. Dema ku dest bi xebatên nava partiyê kir, di wê de jî gelek serketîbû. Ew gelek girêdayî doza xwe û partiya xwe bû."
'Bixwesta dikarî xwe rizgarbike lê hevalên xwe berneda'
Jimama Pakize Seyran Nayir jî kete navberê û got: "Ew gelek jîr bû. Serê me bi xebata wê gelek bilindbû. Ew jinek welatparêzbû. Beriya her tiştî jinek cihê baweriyêbû. Wê gelek ji hevalên xwe hezdikir û gelek girêdayîbû. Di bûyera têde şehîd ketî de jî despêkê birîndarbû, ger xwestbana dikarî xwe rizgar bike, lê hevalên xwe tenê nehêlan."
Dayîka Behiye anî ziman ku keça wê ji bo gelê xebitiye û wiha berdewam kir: "Ew her dem di nava gel debû. Ji bo ku di dema dorpêçê de gel nekeve tengiyê şev û roj dixebitî. Li ku kêmaniyek hebana ew li wê bû. Gelek caran min got, keça min agah li xwe hebe, dewlet bi çekên giran ser me de tê. Lê wê digot na, ezê ji bo gel heya dawiyê bixebitim û heya dawiyê bi wî awayî çu jî."
'Sêvê birîndare em wê tenê nahêlin...'
Behiye wiha bîranînên Pakize yên dawiyê vegot: "Ew hevala Sêvê û çend jinên dinê bi hev re bûn. Li min geriya got dayê derdora me girtine. Min jî got, keça min mala xaltiya te li wê taxê ye, herin mala xaltiya xwe. Wê şevê çun mala xaltiya xwe û li wê man. Hevala Sêvê wê şevê ne li gel wan bû. Roja dinê li gel Sêvê û çend jinên dinê dibêjin 'Em divê ji vêderê derkevin'. Paşê bi hev re derdikevin. Ez bawerim dema gihiştine taxa jorê top avêtine wan. Parçeyek bi heval Sêvê dikeve û birîndar dibe. Ew jî heval Sêvê nahêlin. Li parlementeran digerin. Li Hevseroka DBP'a Silopiya Gulşen digerin. Dixwazin abolans ji bo wan bişînin. Dibêjin heval Sêvê birîndare em wê nahêlin. Cihê wan tesbît dikin û paşê dijmin diçe wan înfaz dikin."
Behiye derbirî ku înfazkirina Pakize, Fatma û Sêvê nayê pejirandin û wiha dom kir: "Ji zarokatiya xwe heya niha Pakize di nava xebatên partiyê debû. Lê weke xebatkarê partiyê cîh nedigirt. Di du mehên dawiyê de xwe bi tevahî dabû xebatên partiyê. Dikarîn wan bigirin jî, mirovên siyasîbûn, bi siyasetê re mijuldibûn. Em înfazkirina wan napejirînin. Bi ti awayî înfaza sê jinên ciwan nayê pejirandin."
'Ew û Sêvê timî bi hev re bûn...'
Behiye da zanîn ku herî dawî wê keça xwe di dema îlana qedexeyan de dîtiye û wiha pêde çu: "Piştî qedexeyê em jî ji malê derketin. Pakize ber bi aliyê gel de çu. Ew bi aliyê xendekan de çu. Ji xwe piştî wê êdî min nedît. Lê her roj bi telefonê li gel me di axivî. Dema ku min digot dijmin bi çekên giran ser me de tê her dem wê gotinên ez jê hêzê bigirim ji bo min digot. Her dem ew û Sêvê dikeniyan. Her dem ji bo min digot, tu jî were binêre em xwarinê çêdikin. Digotin em di nava gel denin û heya dawiyê jî emê di nava gel de bimînin. Ji xwe di wê roportaja di nava kolanê de dayî jî gotibû 'Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê di nava gelê xwe de bin.' Diyare ku şansê wê yê jiyanê ev qas bû."
'Bila serê Serok Apo saxbe'
Behiye wiha berdewam kir: "Ez hefteyekê keça xwe vebêjim naqedînim. Dest bi xebatên partiyê kiribû, xwezî karîbana 5 salên dinê jî ji bo gel bixebitîbana. Lê diyar bû ku şansê wê yê jiyanê evqasbû. Ez bi xebatên wê serbilindim. Ez ne poşmanim, heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê ezê li peyî şopa keça xwe û doza wê bim. Bila serê Serok Apo û gelê kurd saxbe."
'Yekîtî, yekîtî yekîtî...'
Behiye di dawiyê de bang li gelê kurd kir û got: "Banga min ji bo pîran, kalan, jinan, ciwanan û her kesê bila her kes rabe ser lingan, li vê dozê xwedî derkevin û pêşî li komkujiyan bigirin. Zarokên me hatin qetilkirin, bila zarokên ti kesêndinê nemirin. Daxwaza min ji gelê kurd hevgirtine, yekîtî, yekîtî, yekîtî..."
'Emê çavên wê li peyî wê nehêlin'
Xwişka Pakize Fidan Nayir jî bilêv kir ku ew bi tekoşîna Pakize serbilindin û wiha domand: "Emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li peyî doza xwişka xwe bin. Pakize ji bo gel xizmet dikir. Heya niha tenê rojekê jî dilê me nehêla. Emê jî tekoşîna wê berdewam bikin û emê çavên wê li peyî wê nehêlin."
Herî dawî Pakize got; 'Ji mirinê wêdetir tiştek nîne'
Fidan anî ziman ku ew bi Pakize re heval bûn û wiha berdewam kir, "Wê ticarî dilê me nehêla. Wê dikana xwe ya kuaforê ji bo min hêla û dest bi xebatan kir. Min jî li wê dest bi xebatan kir. Pakize weke keça her kesê bû, her kesê gelek ji wê hez dikir. Pakize bi welatiyên ji ber şerên Koban û Şengalê hatine vêderê re jî gelek mijul dibû. Hewildida pêdiviyên wan dabîn bike. Pakize alîkariya her kesê dikir û xwe ji tiştekê dur nedihêla. Roja hatî qetilkirin jî me peyam ji hev re dişand. Min pirsa wan kir. Wê jî bersiva 'Em başin' ji bo min şand. Min got, 'Baş hayî ji xwe hebin.' Wê jî bersiva 'Ji mirinê wêde tiştek din nîne. Em girêdayî doza xwene ji wê wêde tiştek nîne. Tu li dayîka min xwedî derkeve.' Axaftina me ya dawiyê bi vî awayî bû."
'Bila cerdevan û ên îxanet li gelê xwe kirîn êdî vegerin'
Fidan got ti banga wan ji bo dewletê û Serokomar Tayyip Erdogan nîne û wiha dom kir: "Ez tenê bang li cerdevan û yên îxanet li gelê xwe kirî dikim. Her çiqasî derengbe jî ji wê rêyê vegerin. Êdî we îxanet kiriye. Bila gelê kurd rabin ser lingan û li hemberî van komkujiyan çavê xwe negirin."
(zt)