Meşa Botanê dê li hemû bajaran belav bibe
11:19
JINHA
MÊRDÎN - Jinên ku bi şîara "Cenazeyên me nayên definkirin, mirovahî dimire, bila dorpêça mirinê bê rakirin" ber bi Botanê ve dimeşin li Kercewse daxuyanî dan. Hevberdevka HDK'ê Sabahat Tuncel nirxandina "Ji tîlîliyên me çiqas ditirsin me dît. Ji vî meşê tirsiyan ev jî nîşan dide ku di esasê xwe de gihîşt armanca xwe. Botan ji bo me li ber xwe dide. Meş îro şunde jî divê li hemû bajaran berdewam bike" kir.
Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) li dijî bêrûmetiya li hemberî cenazeyên welatiyên li Sîlopî, Cizîr û Sûrê hatin qatilkirin û astengkirina definkirina cenazeyan ji holê rabe bi şîara "Cenazeyên me nayên definkirin, mirovahî dimire, bila dorpêça mirinê bê rakirin" ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Amed, Êlih, Mêrsîn, Edene, Dersim, Dîlok Bodrum, Aydin û gelek bajarên cuda jinên ku ber bi Botanê derketin rê ligel hemû astengiyan gihîştin navçeya Kercewsê.
Bi wesayîtên zirxî ve dorpêç
Jinên ku duh ji Amedê derketin rê bi dorê li Êlih û Sêrtê hatin astengkirin. Jinên ku di têketina Sêrtê gihiştin hev bi wesayîtên zirxî ve hatin dorpêçkirin û meşa wan hate astengkirin. Jinên ku li ser vî pêkanînê riya xwe guherandin hatin Basanê. Jinan li vir bigel astenguye leşker û polîsan derbasî Şirnexê bûn.
Berteka 'Ma hûn mirov nînin'
Jinên din jî li vir bi gotina fermana Walîtiyê ye hatin dorpêçkirin û bi wesayîtên zirxî hatin astengkirin. Jinên ku vê carê bi riyeke din meşa xwe domandin li Midyadê careke din hatin rawestandin. Jinên ku li dijî astengiyê nerazîbûn nîşan dan meşiyan û bi gotina "Ma êdî bes e hûn ne mirov in. Cenaze li erdê ne, bawerî û exlaqê we tuneye? Heta dibin kuçikên hinekan li cem yên li berxwedidin ve bin" nerazîbûn nîşan dan.
Bi şev li Kercewsê bû
Piştî rageşîya vê derê jin bi şev hatin navçeya Kercewsê ya Êlihê. Jinên ku şeva xwe li ber agir bi berxwedanê derbas kirin, komeke ku di nav de parlamenter jî hene ber Şirnexê xwe ve derketin rê û jinên din jî daxuyanî dan.
'Divê em her derê bikin Botan'
Hevserdevka HDK'ê Sabahat Tuncel diyar kir ku çalakiya jinan a demokratîk tê astengkirin û wiha berdewam kir: "Ji ber Wezareta Karên Hundir bi biryara ku girtiye ve ev 5 roj in nikarin bikevin bajar. Gelê me ev 30 roj in li Botanê li ber xwe dide. Ev berxwedan ne ji bo xwe ye, ji bo zarokên me, yên we ye. Ji bo rûmeta mirovahiyê berxwedanek heye. Em neçûn Botanê lê divê em her derê bikin wekî Botanê. Divê em li bajaran vî berxwedanê mezin bikin û bibin dengê yên ku li ber xwe didin."
Sabahat destnîşan kir ku meşa jinan îxtidarê gelekî ditirsîne û wiha got: "Ji me pir ditirsin. Ji ber vê yekê ev du roj in bajar bi bajar geriyan. Me koma polîs û leşkeran ve hatin pêşwazîkirin. Di destê me de tenê ala azadiyê heye. Me dît ku ji tîtîliyên me çiqas ditirsin. Ji vî meşê tirsiyan ev jî nîşan dide ku di esasê xwe de gihîşt armanca xwe. Botan ji bo me li ber xwe dide. Meş îro şunde jî divê li hemû bajaran berdewam bike."
Parlamenter ji bo merasîma cenaze çûn Şirnexê
Piştî axaftina Sabahat parlamenter ji bo beşdarî merasîma cenaze ya li Şirnexê ya 12 kesên ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin derketin rê. Meşvanên Botanê jî ji bo vegerin Amedê derketin rê.
(rc)