Li Sûltanahmetê teqîn pêk hat
11:42
JINHA
STENBOL - Li meydana Sûltanahmet a Stenbolê teqînekê rû da. Li gorî agahiyên destpêkê, gelek kes mirin û birîndar bûn. Lê belê di vê der barê de agahiyeke zelal bi dest neket.
Li herêma teqînê lê rû da, wesayîteke polîsan wergeriya û li cihê nêzî wesayîtê hat dîtin ku gelek kes li erdê dirêjbûyî ne. Tê gotin ku di teqînê de herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha li gorî îdîayeke din, teqîna li nêzî Dîkîlîtaşê, di nava komeke tûrîst de pêk hatiye. Medya hikûmetê jî di kêliya destpêkê de îdîaya 'bombeya zindî' xist rojevê. Polîsan herêmeke berfireh vala kirin û rojnamevan ji cihê bûyerê hatin dûrxistin. Ji rayedaran heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
(rc)