Tevlîbûna malbata Sêvê Demîr ji cenazê re tê asteng kirin
12:38
JINHA
ŞIRNEX - Gel ji bo 12 cenazeyên ku li Cizîr, Silopî û Şirnexê bigre li ber nexweşxanê kombûn. Malbata Sêvê Demîr jî di ketina bajêr de tên asteng kirin.
Gel ji bo girtina 12 cenazeyên ku li Cizîr, Silopî û Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetil kirin û bi girseyî li Goristana Nalaro veşêrin li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kombûn. Piştî ku ketin û derketina bajêr ji aliyê Waliyê Şirnexê ve hat dayîn, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Parlementerên HDP'ê û malbata endama Meclîsa Partiya DBP'ê Sêvê Demîr û komên pêre ên ku xwestin bikevin bajêr, li ser riya Eruhê ji aliyê Karakola Jandarma yê Aslan Başer ve hatin asteng kirin.
Piştî astengkirina parlementer û malbata Sêvê gelê ku li ber nexweşxanê ji bo girtina cenazeyan hatibûn sekna xwe didomînin.
(rc)