Yekîtiya Star Sakîne Cansiz û hevalên wê bi bîranî

13:04

JINHA

TIRBESPIYÊ - Rêxistina Yekîtiya Star ya bajarê Tirbespiyê ji bo 3. salvegera her sê jinên şoreşger yê ku li Parîsê hatibûn qetilkirin çalakiya bîranînê li dar xist.

Rêxistina Yekîtiya Star îro li Bajarê Tirbespiyê ji bo bîranîna her sê jinên şoreşger, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li akademiya Yekta Herekol ya çand û hunerê, bi tevlîbûna dehan jin û nûnerên saziyên civaka sivîl çalakiya bîranînê li dar xist. Merasim bi deqeyeke rêzgirtinê destpêk kir piştî wê Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star a bajêr Rêjîn Cûdî li ser têkoşîna Sakîne û hevalê wê axivî. Di axaftina xwe de li ser têkoşîn û xebatên wan û asta lêgerîna wan ji bo jiyaneke azad ji gelê kurd û gelên rojhilata navîn nirxand û got, "Sakîne ji bo jinan xwedî hebûn û wateyek cûda ye. Jin wê her dem şopdarê riya têkoşîna Sakîne bin."

Rêjîn da zanîn ku dijminên azadiya gelê kurd hîn jî pîlansaziyên komploya pêş dixin û wiha berdewam kir: "Di rojên dawî de bi fermaniya rayedarên dewleta tirk ve sê jinên kurd li Silopî hatin qetil kirin. Tam di demên ku her sê jinên ku li parîsê hatibûn qetil kirin pîlanê komployeke din li ser jinên têkoşer derkete holê."

Rêjîn di dawiya axaftinên xwe de wiha got: " Vala derxistina komployan û eşkerekirina wan bi bilindkirina têkoşîneke hevgirtî û di riya têkoşeran de meş û ne qebûlkirina tevayî cûreyên koletiyê û şer ji bo mafên ku hatine desteserkirin ve dibe." Piştî axaftina Rêjîn, derbarê komkujiya Parîsê de ser navê Tevgera Civaka Demokrat TEV-DEM, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD, Yekîtiya Mamosteyan û Tevgera TEV-ÇAND'ê daxuyanî hatin xwendin.

Piştî wê sînevizyoneke li jiyana têkoşer Sakîne Cansiz û hevalê wê hate temaşe kirin. Çalakiya bîranînê bi dirûşmeya "Şehît namirin" û "Jin jiyan azadî" berzkirinê bi dawî bû.

(zs/rc)