Cenazeyên ku li Sûrê tên rewastandin wê îro bên girtin
13:54
JINHA
AMED - Ji bo ku cenazeyên Îsa Oran, Mesut Sevîktek, Ramazan Ogut û Rozerîn Çukur ên ku li navçeya Sûra Amedê jiyana xwe ji dest dane bên girtin dê qedexe 2 saet û nîv bê rakirin.
Qedexe û dorpêça li ser navçeya Sûra Amedê di roja 42'an de berdewam dike. Cenazeya Îsa Oran û Mesut Sevîktek ên di 23'ê Kanûnê de hatine qetilkirin, Ramazan Ogut a ku di 30'ê Kanûnê de hatî qetilkirin û cenazeya Rozerîn Çukur yê ku di 8'ê Çileyê de hatî qetilkirin hîna li navçeyê tên ragirtin. Malbat ji bo ku cenazeyên xwe werbigrin 11'e rojin dest bi grevê kirine. Çalakiya malbatan ên ji bo wergirtina cenazeyan bi encam bû. Parlementera HDP'a Amedê Sîbel Yîgîtalp bi Alîkarê Weliya Amedê Mehmet Demîr re hevdîtin pêk anî. Di encama hevdîtinê de biryar hat standin ku di navbera 14.30 û 17.00'an de heyetek derbasî Sûrê bibe û cenazeyan werbigrin. Li ser vê yekê heyet wê ji Şaxa ÎHD'ê yê Amedê, HDP, KCD, MAZLUMDER û malbat pêk were û bi vekirina koorîdora mirovahî derbasî navçê bibin û cenazeyan bigirin.
(rc)