Jinên Kobanê girîngî didin perwerdeyê xwe

14:23

JINHA

KOBANÊ - Di çerçoveya ji nûve înşa kirina civakê li Kantona Kobanê perwerdeya bi navê Şehît Viyan hat despêkirin.

Li Kantona Kobanê bi pêşengiya Rêxistina Yekîtiya Star di çerçoveyê xebatê înşakirina civaka demokratîk de dewreya perwerdê ya bi navê Şehît Viyan hat despêkirin. Dewreya Şehît Viyan ya duyemîn ku 15 rojan wê berdewam dike li ser pergala netewa demokratîk jin perwerde dibînin. Jinên ku ji gund û bajarê Kobanê beşdarî perwerdê bûne diyar kirin ku perwerde ji bo her mirovek girînge û gotin ew li ser mijarên wek, civaka xwezayî, dîroka jin, netewa demokratîk, dîroka Kurdistanê, parastina cewherî û ehlaq perwerde dibînin.

Rêvebera Dewreya Şehît Viyan Reyhan Kobanê li ser girîngiya perwerdê ji bo jinan wiha got, "Bê perwerde mirov nikare kesayetê xwe baş nasbike. Perwerde dibe wesîle ku mirov xwe û dîroka xwe nasbike. Ji bo beşdariya perwerdê temen nabe pirsgirêk. Ji bo avakirina civaka wekhev û demokratîk perwerde gelek girînge." Yusra Xelef jî da zanîn ku divê tevahî jin girîngî bidin perwerdeyê xwe û wiha domand, "Perwerde ji bo zanistiyê û berfireh dîtinê xwedî rolek girînge. Perwerde baweriya hêz avadike." Jina bi navê Evîn Uso jî wiha got, "Ez berê tevlî perwerdeya Akademiya Navenda Yekîtiya Star bûme, ji bo min şanseke ku ez careke din jî tevlî vê perwerdê bibim. Bi rastî min di vê perwerdê de rastiya gelek tiştan naskir. Min rastiya xwe dît. Ji bo vê bangawaziya min ji bo hemû jinên ku dixwazin bi rastî xwe nasbikin û di civakê de rol bilîzin tevlî perwerdê bibin û xwe pêşbixin."

(ze/rc)