'Ger tecrit neyê rakirin dê mirin zêde bibin'

14:33

JINHA

COLEMÊRG - ÎHD'a Colemêrgê girêdayî tecrita li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike daxuyani da çapemeniyê.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê der barê tecrita li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya li avahiya İHD'ê hat dayîn, Hevserokê ÎHD'ê Îsmail Akbulut xwend. Îsmail da xuya kirin ku ger tecrita ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neye rakirin mirin dê zêde bibin û wiha got: "Birêz Ocalan di bin tecritê de tê girtin, tecrit bi keyfe berdewam dike ev tecrita ku li ser rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê li diji dadê û hikukê ye. Piştî ku tecrit zêde dirêjkir şunda mirin û pêvçûn jî zêde bûne. Em bang li hikumetê dikin ku bilez tecrita ser Îmraliyê rakin û dest bi muzekerayan bikin."

(zyd/zt)