Bi hezaran welatiyên cenaze girtin dest bi meşê kirin

14:35

JINHA

ŞIRNEX - Girseya cenazeyên 12 kesên di êrîşên tevkujiyê de hatine qetilkirin, girtin, bi slogana dest bi meşê kirin.

Cenazeyên 12 welatiyên di êrîşên tevkujiyê de hatin qetilkirin ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û depoya hewayê sar a Şaredariya Şirnexê hatin girtin. Girseya li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tabûr girtin ser milê xwe, ber bi Goristana Naralo ve dest bi meşê kirin. Di meşê de girse bê navber sloganên, "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" bilind dikin. Meşa berdewam dike.

(ekîb/zt)