Li Şirnexê bi tevlîbûna 10 hezaran 12 can hatin oxir kirin

17:35

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê bi tevlîbûna deh hezaran cenazeyê welatiyên di berxwedana rêveberiyên cewherî de li Cizîr, Silopî û Navenda Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin hatin sipartina axê. Di merasîma cenaze de dayîka Sêvê demir Sakine Demir got: "Ji ber ku zarokên me serê xwe netewandin hatin qetilkirin."

Di êrîşên dewletê yên ser herêmên rêveberiya cewherî Cizîr, Silopî û Navenda Şirnexê de welatiyên bi navê Sêvê Demir, Fatma Uyar, Pakize Nayir, Çetin Taşar, Cebrail Mungan, Mehmet Tangut, Osman Telkin, Murat Egul, M. Şukru Coşkun, Murat Ekinci, Ahmet Zırıg û Hakan Şengul ên hatine qetilkirin li Şirnexê ji aliyê dehezaran ve bi merasîmekê li goristana Naralo hatin definkirin. Ji ber dorpêça ser Şirnexê piştî saetan nû merasîmê despêkir. Di merasîmê de Parlementerên HDP'ê Leyla Birlik, Besime Konca, Mahmut Togrul, Muslum Dogan û Mehmet Emin Adiyaman jî amadebûn.

Li gel astengiyan jî

Waliyê Şirnexê ketin û derketina bajêr qedexe kir. Dema ku Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştiya DBP'ê Emine Ayna, parlementerên HDP'ê û endamên PM ya DBP'ê li gel dayîka Sêvê Demir xwestin beşdarî merasîma cenaze bibin li ser rêya Dehê ji aliyê Qereqola Leşkeriya Aslan Başer ve hat asteng kirin. Bi hincetên "Ji Enqerê ferman heye" destur nedan, piştî saetan malbata Sêvê karîn beşdarî merasîma cenaze bibin.

Piştî ku malbat jî gihan merasîmê bi beşdariya deh hezaran welatiyan cenaze ji Morta Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê girtin û ber bi Goristana Naralo ya ku lê sipartina axê ve bi rê xistin. Di meşê de welatiyan dem dem diruşmên weke "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bilind dikirin û pankartên weke "Emê bi kenê xwe tangan bidin bêdeng kirin, Emê bi tovê xwe bijîn û bûharê bînin" li gel dovîzên ser wêneyê wan heyî rakirin.

Kefenê sed salan hat çirandin

Li goristanê di torena ji bo şehîdên rêveberiya cewherî hatî amadekirin de despêkê sîroda kurdan a navnetewî "Ey Reqîb" hat xwendin Paşê Serokê MEYA-DER'ê Mele Kasim Yigit axivî û got: "Îro jî ji bo oxirkirina 12 şehîdên xwe em li vêderê ne. Em li hember şehîdên xwe weke deyîndaran bejna xwe diçemînin. Şehîdên me ji bo me kefenê sed salan çirandin. Di wî kefenê mirinê de ne mirovahî, ne ol û ne jî wijdan hebû. Şehîdên me wî kefenê mirinê ser me qetandin, kefenê sipî li xwe kirin û ji nava me koç kirin."

'Emê ticarî serî neçemînin'

Yahya Îdin jî destnîşan kir ku li hember hovîtiya li Botanê tê meşandin tenê rêya berxwedanê ji bo wan maye û wiha berdewam kir: "Em sozê didin mirovahiyê û şehîdên xwe emê ticarî dest ji berxwedanê bernedin. Ji ber ku tenê rêya me bigihîne azadiyê berxwedane."

Parlementera HDP'ê Leyla Birlik jî bilêv kir ku AKP bi tang û topan derketiye sefera Kurdistanê û wiha domand: "Lê bila baş bizanin dê tekoşîna me bi çavên Sêvê, dilê Pakize û kenê Fatmayê berdewam bike. Emê tekoşîna wan hîn zêdetir mezin bikin. Bila baş bizanin emê ticarî serî neçemînin."

'Heya ku destê Rêber Apo negirin dê ticarî aştî neyê'

Bi navê malbatên 12 şehîdên rêveberiya cewherî dayîka Sêvê Demir Sakine Demir jî wiha got "Ji ber ku zarokên me serî neçemandin hatin qetilkirin. Wan ji bo çar aliyê Kurdistanê li ber xwe dan. Ew ji bo aştiyê şehîd ketin. Wan ji bo gelan tekoşîn kirin. Dibe ku ew qetilkirin, lê tekoşîna wan dê berdewam bike. Emê bi hezaran Sêvê, Pakize û Fatma mezin bikin. Şehîd namirin, şehîd namirin, şehîd namirin. Dê tekoşîna wan berdewam bike. Bila serê Rêber Apo saxbe. Heya destê Rêber Apo negirin dê ticarî aştî çênebe."

Piştî axaftinan 12 şehîdên rêveberiya cewherî hatin sipartina axê.

(zt)