Jinên Rojava bertek nîşanî înfaza 12 ciwanan dan
09:02
Gulîstan Bekir-Ebîr Ehmed/JINHA
HESEKÊ - Jinên Saziya Civaka Sivîl a bajarê Hesekê konsepta şer yê dewleta Tirkiyê û bûyera înfaza 12 ciwanên li Wanê nirxandin û bi tundî şermezar kirin. Jinan destnîşan kirin ku encamê înfazê bê hêziya dewletê nîşan dide.
Bertekê jinan ya li hember êrîş û înfazkirina ciwanên Kurd her ku diçe zêdetir dibe. Jinên Saziya Civaka Sivîl a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê konsepta şer û siyasetên hovane yên li ser gelê bakûrê Kudistanê bi tundî şermezar kirin. Jinan diyar kirin ku li hember dexwaziya gel a xwerêvebirinê dewlet bi qetilkirin û înfazê dixwaze vîna gel bişkîne û wiha gotin, "Berxwedan û hêrsa gel li hember êrîşan her ku diçe mezintir dibe."
Endama Saziya Civaka Sivîl Sîlva Ehmet diyar kir ku berxwedana gelê Rojava li tevahî cîhanê bi bandor bû û wiha got, "Dewleta Tirkiyê bi êrîşên hovane hewldide vîna gel a xwerêveberinê biçewsîne. Gelê Kurd ji roja yekê heya roja îro dewa maf û zimanê xwe dike, li hember vê daxwazê bi çavkorî êrîşê gel dikin. Ev yek nayê pejrandin. Gel êdî dixwaze xwe rêvebibe." Sîlva da zanîn ku berxwedan û xweparastin hember êrîşan rewaye û wiha pêde çû, "Tirkiyê ji hêzê Kurdan ditirse ji ber vê bi qetilkirin û înfazê ser gel de tê. Li tevahî navçeyên bakûrê Kurdistanê binçavkirin, înfaz pêk tên. Ji hêza ciwanan ditirsin. Ji ber vê bi aweyek hovane li Wanê 12 ciwan qetil kirin. Gelê Kurd wê tolê van ciwanan hildin û dê berxwedana gel bi serbikeve."
Axîn Silêman jî bilêvkir ku dewlet bi polîtîkayên înkar û îmhayê bi salane nêzî gel ê Kurd dibe û wiha got, "Bi kuştin û înfazan wê nekiribin gelê Kurd bigrin qefesê. Êdî berxwedana gelê Kurd her ku diçe mezin dibe. Kes wê nekaribe pêşî li vî hêzî bigre. Bûyerê înfaza 12 ciwanan yê li Wanê em gelek xemgîn kirin û hêrsa me yê têkoşînê li hember desthilatdariyê mezin dike. Em ji malbatê re sersaxî dixwazin."
(rc)