'Divê jin di HDP'ê de modela xwe bidin damezrandin'
09:10
JINHA
WAN - Endama Meclîsa HDP'ê ya Wanê Gulcihan Şîmşek li ser rol û mûsyona jinê ya di HDP'ê de nîrxan din kir û diyar kir ku HDP'ê ji bo civaka Tirkiyê modelek nû ye û divê jin di HDP'ê modela xwe bidin damezrandin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo bibe deng û rengê kurd, laz, ermenî, suryanî û hemû ol û baweriyan di 27'ê Cotmeha 2013'an de hate avakirin. HDP ji sala 2014'an û şun de ji aliyê Salehattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ve tê bi rêxistinkirin û care yekem di 7'ê Hezîrana 2015'an de li tevahiya bakûrê Kurdistan û Tirkiyê kete hilbijartinê û 80 parlementer derxist.
HDP di hilbijartina 7'ê hezîranê de 268 namzetên jin danîşandan û di nav hemû partiyan de herî zêde namzetên jin da nişandan jî ketin lîsteyê. HDP'ê ya ku dê di van rojan de kongreya xwe pêk bine dîsa jin di pêş de na û jin ji bo nîrx û mafên xwe dibin sîwana HDP'ê de xwe birêxistin dikin. Endama Meclîsa HDP'ê ya Wanê Gulcihan Şîmşek li ser rol û mûsyona jinê ya di HDP'ê nîrxand û diyar kir ku HDP'ê ji bo civaka Tirkiyê modelek nû ye û divê jin di HDP'ê modela xwe bidin damezrandin.
'HDP projeyem mezin û giring e'
Gulcihan da zanin ku avakirina HDP'ê projeyek mezin û giring e û wiha axivî: "Wek tê zanin rêxistina HDP'ê ev saleke hatiyê avakirin û bi aktîf di nav karê siyasî de ji bo hemû gel û bawermendan karê û xebatê xwe dide meşandin.Her çiqas HDP ev salek be hatibê avakirin jî di nav salekî de 2 hilbijartin derbas kir. Disa berî ku HDP di bingeha HDK'ê de hate avakirinê xebatên xwe da meşandin. Me got HDP projeyek mezin ji ber ku dibin siwana HDP'ê hemû nirx û gelên bindest hene û ji bo bibin dengên hemû kesan bi hevparî xebatên xwe didine meşandin û xwe di rojeva cihanê de cihê xwe girt."
'Tirkiyê dê bi HDP'ê demokratîk bibe'
Gulcihan diyar kir ku armanca avakirina HDP'ê ya herî sereke demokratika Tirkiyê ye û dê gelên Tirkiyê bi HDP'ê bi demokratîk bibe û wiha berdewam kir: "Di erdnîgariya Tirkiyê de ne tenê kurd û tirk hene di heman demê de gelek nirx, ol û bawermend hene. Divê li Tirkiyê mafê wan jî bê parastin. HDP'ê ji bo parastina civakê û demokrasiyê bi perspektifek nû hate avakirin. Me jî xwe di nav vê perspektifê bi xurtir kir û xebatên xwe da meşandin."
'Jin dibin sîwana HDP'ê birêxistin bibin'
Gulcîhan li ser giringî û mîsyona jinê ya di siyasetê de jî derbirî û got ku jin heya niha di her qadê de bi her awayî tên astengkirin lewra jin dê bi HDP'ê bi rêxistin bibin û hêza xwe derxin holê. Gulcîhan daxuyand kirin ku dê jinên HDP'yî di 15'ê Çileyê de konferansa xwe li dar bixin û ev tişt li gotinê xwe zêde kir: "Di konferan ku dê bê li dar xistin de gelek tiştên giring bên nirxandin û di encama nirxandinê de perspektîfên nû bidin avakirin. Armanca me ew e ku kar û xebatên xwe bêtir bi şênbertir bikin û encam bidest bixin."
'Em ê sibê ji îro bidinafîrandin'
Gulcîhan li ser dirûşmeya ku "Em ê sibê jî îro bidin afîrandin" jî ev tişt got: "Di bin siwana HDP'ê de ne tenê siyaset heye, di heman demê de nirxa jin, ekolojî, ciwan û gelek tişt hene û divê ev hemû bên parastin. Ev hemû di bingeha HDP'ê dê bên parstin. Di avakirina HDP'ê û şun de gelek tişt hatin jiyandin û bi HDP'ê re gelek tişt hatin guhrandin. Ji ber vê yekê em dibêjîn ku Em ê îro ji sibê bidin avakirin."
Gulcihan di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku HDP'ê partiya jinê ye û dê jin ji ber vê yekê jî jin ji bo azadî, ziman, ol, çand û nirxên xwe bi rêxistin bibin.
(ho/rc)