Jinên Botanê: Ti hêviya me ji wan nîne

09:10

JINHA

ŞIRNEX - Jinên Botanê yên ku ne tenê li piş xendek û barîkatan, her tax û serê her kolanê kirine warê berxwedanê bang li her kesê kirin li hember êrîşên dewletê yên bi tang û topan berxwedanê mezin bikin. Jinan gotin: "Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê li tekoşîna şehîdên xwe xwedî derkevin û axa xwe biparêzin. Em her dem li gel zarokên xwe yên li piş xendekandenin. Ti daxwazên me ji dewleta tirkan nîne. Emê ji bo axa xwe tekoşîna herî mezin bidin."

Jinên Botanê yên ku ji rupelên dîroka kevnare heya niha di nava berxwedanê de cîh girtîn û her sal bi awayek cuda tekoşîna xwe berdewam kirîn, bi îlana rêveberiyên cewherî re carekdinê ruyê dewletê yê îmha û tinekirinê dîtin. Jinên Botanê li hember koletiyê di çeperan de tekoşîna azadiyê mezin dikin. Jinên Botanê yên di berxwedanê de dan zanîn ku dê li gel zarokên xwe yên piş xendekan bin û banga bilindkirina berxwedanê li her kesê kirin.

'Li hember tangên dewletê vîna me heye'

Ji jinan Fatim Îlker destnîşan kir ku ewê ticarî dest ji tekoşîna azadiyê bernedin û wiha domand: "Heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê emê tekoşîna xwe berdewam bikin. Emê ticarî dest ji doza xwe bernedin û li şehîdên xwe xwedî derkevin. Emê heya dawiyê axa xwe biparêzin. Li hember tang û topên dewletê vîna me heye. Dê xwîna şehîdê me li erdê nemîne. Emê bi bilindkirina tekoşînê zilma wan bişikênin."

Hezni Îrmez jî bilêv kir ku her roj cenaze tên Şirnexê û wiha berdewam kir: "Ji bo em şehîdên xwe veşêrin destur nadin malbatên wan bên. Gelo emê di vê rewşê de aştiyê bixwazin. Em êdî nikarin cenazê xwe jî veşêrin. Divê hemû dewlet ji bo van kirinan dengê xwe derxînin."

'Em her dem li gel zarokên xwe yên li piş xendekanin'

Fatma Kartal jî kirinên hikumeta AKP'ê lanet kir, bang li ajan û cerdevanan kir û got: "Werin em bibin yek, roj roja yekîtiyê ye. 7 rojan cenazê zarokên me li erdê man, ji bo mirov li hember vê hovîtiyê bêdeng bibe divê mirov bê wijdan bibe. Divê her kes rabe ser lingan û ji vê hovîtiyê re bêjin bese. Ger îro dora me be dê sibê dora we jî bê. Her sal dewlet vê êşê bi me dide jiyan din. Emê êdî li hemberî vê zilmê bêdeng nebin, emê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Em her demê li gel zarokên xwe yên li piş xendekanin. Emê ticarî dest ji tekoşîna xwe bernedin."

'Emê tekoşîna herî mezin ji bo axa xwe bidin'

Sikika Permanbeg jî bi lanetkirina Serokomar Tayyip Erdogan dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: "Cizîr û Silopî şewitandin, hilweşandin. Zarokan qetildikin û dibêjin teroristin. Gelo zarokên di zigê dayîka xwe de çawan dibin terorist. Ti daxwazên me ji dewleta tirk nîne. Tenê bila polîtîkayên xwe yên qirêj ji ser axa me bibin bese. Emê tekoşîna herî mezin ji bo axa xwe bidin. Her kesên xwedî wijdan bila li vê dozê xwedî derkevin."

'Ji diktatorê qetluamkar re bêjin bese'

Hanife Gunden jî wiha berdewam kir: "Tayyip Erdogan xuda ji te nerazîbe, tu dê çawan derkevê hizura xuda. Te cîhan li me û tirkan kiriye zindan. Tu welatiyên xwe qetildikê. Tu dê çawan di axretê de hesabê van tiştên te kirî bidê. Çima dewletên Ewrupayê li hember van tiştên tên kirin bêdeng dimînin. Ez bang li hemû dewletên Ewrupayê dikim ji vî diktarorê kumkujiyan re bêjin bese."

'Emê tekoşînê mezin bikin'

Ayşe Îdin jî bilêv kir ku divê hemû jinên kurd rabin ser piyan û got: "Roj roja rabûna ser piyane. Her kesê bêje ez kurdim dewlet yan digire, yan jî înfaz dike. Ji bo dawîkirina vê zilmê divê hemû kurd li her derê rabin ser lingan û tekoşînê mezin bikin. Divê em li şehîdên xwe xwedî derkevin."

(zt)