'Dewlet bi hezar leystûkê em xapandin'

10:50

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Malbatên ku 12 roj ji bo wergirtina cenazeyê zarokên xwe dest bi grevê kirine, duh ji bo girtina cenazeyan malbat cardin çûn Sûrê lê belê bi hinceta "ewlehî" destûr nehat dayîn. Bertekê malbatan mezinbûye û wiha gotin, "Dewlet em xapandin."

Qedexe û dorpêça li ser navçeya Sûra Amedê di roja 42'an de berdewam dike. Cenazeya Îsa Oran û Mesut Sevîktek ên di 23'ê Kanûnê de hatine qetilkirin, Ramazan Ogut a ku di 30'ê Kanûnê de hatî qetilkirin û cenazeya Rozerîn Çukur yê ku di 8'ê Çileyê de hatî qetilkirin hîna li navçeyê tên ragirtin û radestî malbatê nayê kirin. Duh ji bo ku cenaze bên ragirtin walî 2 saetan qedexe rakir, lê ligel tevahî hewildanan ji ber pevçûnan cenaze ne hatin rakirin. Malbatên ku 12 rojin ji bo wergirtina cenazeyan dest bi grevê kirine diyar kirin ku dewlet wan xapandiye û gotin polîtîkayên qirêj hember cenazeyan dixin jiyanê.

'Dayîk kêfxweşbûn ku wê cenazeyên xwe bigrin mirovahî miriye'

Dayîka Rozerîn Çukur Fahriye Çukur diyar kir ku xeyalê Rozerîn yê herî mezin Derûnnasîbû û wiha got, "Ew guştê sewalan nedixwar, digot wîjdan bi were nîne. Gelek dil bi rehimbû. Lê serokwezîr dilê wan bi van ciwanan namîne. Tevahî ciwan terorîst îlan kir. Keça min tevî cilê xwe yê dibistanê hat qetilkirin. Wek dayîkek ji vir bang dikim, bila êdî cîhan dengê me bibhîsin. 23 rojin cenazeyên me li erdê ne, mirovahî miriye kes dengê xwe dernaxe. Wek dayîkek ligel van êşan cardin aştî dixwazim. Dewlet ji me çi dixwaze?." Fahriye da zanîn ku polîtîkayek qirêj li ser cenazeyan pêk tînin û got ku li hemberî êrîşê dewletê parastina gel rewaye. Fahriye da zanîn ku ew ji mirin û şer re jî amede ne û wiha pêde çû, "Divê tenê dayîkên vir vê êşê hîsnekin. Ez bang li tevahî dayîkan dikim ku piştgirî bidin me. Walî dema ku destûr da em cenazeyên xwe bistînin gelek kêfa me hat. Lê em xapandin. Ma qey mirovahî miriye. Dixwazin gel bikşînin qadê şer û qetilbikin, em ê neyên leystûka wan."

'Hewara dayîkan bibihîsin'

Meta Ramazan Ogut Zara Baran anî ziman ku dema wan bihîstîne wê cenazeyên xwe bistînin û got divê ev welat ji vê yekê şerim bike. Zara wiha dirêjî da gotina xwe, "Li Tirkiyê dayîk ji bo girtina cenazeyên xwe kêfxweşin. Divê her kes hewara dayîkan bibihîse. Ligel tevahî hewldan me nekarî em cenazeyên xwe werbigrin." Zara bilêvkir ku serokomar bi riyê cenazeyan dixwazin vîna gel teslîm bigirin û wiha domand, "Ew ê nekaribin me dîl bigrin. Heya dawî çalakiyê me wê berdewam bike. Ji ber em Kurdin vê îşkencê li me dikin. Zarokên me bi tang û topan qetil dikin û destûrê nadin em cenazeyê xwe bistînin. Ji cenazeyên me jî ditirsin lê em natirsin. Ramazan, Rozerîn, Îsa û Mesut qetil kirin lê nikarin gelê Kurd tune bikin. Ti hêz wê me ji têkoşînê paşve nede avêtin."

'Dewlet bi hezar leystûkê em xapandin'

Xûşka Mesut Sevîktek Gûler Sevîktek destnîşan kir ku dewlet bi hezar leystûkê ew xapandine û got ji dewletê ketina bendewariyê ji xwe şaşiyek mezine. Gûler wiha dirêjî da gotina xwe, "Bi coşek mezin em rabûn, wekî ku bibêjin em ê zarokê xwe bibînin. Em xeyal dikin ku ew zindîne. Lê di nava 23'3e rojan de ketine çi halî em nehizirîn. Dive ku ji îşkenceya ku li cenazeyan kiribin em nasnakin jî lê wek rojên ku dijîn em wan xeyal dikin. Em ê kiryarê dewletê dagirker jibîrnekin. Dibêjin dibe lê destê heyetê vala tên vegerandin. Bila were zanîn ku cenazeyên me salek jî erdê bimînin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."

'Erdogan bi destê xwe li xwe da'

Dayîka Îsa Oran Zahîde Oran da zanîn ku ew 12 rojin di grevê dene û derbarê cenazeyan de ti agahî negirtine û got rayadarên dewletê tehmûla wan hember cenazeyê Kurdan jî nemaye. Zahîde diyar kir ku li hember qetilkirina Kurdan tevahî cîhan bêdeng maye û anî ziman dayîkên kurd ji bo leşker nemirin xwe dikin mertal lê dayîka leşkeran hember mirina ciwanên Kurd bê xem tevdigerin. Zahîde wiha berdewam kir, "Em heya dawî greva xwe bidomînin. Eger cenazeyên me nedin em ê çalakiyê xwe veguherînin rojiya mirinê. Em ê ji bo zarokê xwe her tişt bikin, ji ber bi pera me wan nefirotiye. Zarokên me li hember zilmê li wirbûn. Gotinek yê mezinan heye dibêje "Derbeyê ku te bi destê xwe li xwe dabe dermanê wê nîne". Erdogan jî bi xwe li xwe da. Zarokê me kir dijminê xwe. Zarokên me ên 15-20 salî jî zilmê napejrînin û bedena xwe dikin mertal û hember zilma Erdogan berxwedidin."

(rc)