Çalakiya nobetê ya BİGK'ê berdewam dike

11:43

JINHA

STENBOL- Çalakiya nobeta aştiyê ya BİKG'ê ji bo balkişandina ser qedexeyên ser navçe û navendên kurdan û qetilkirinên sivîsan berdewam dike.

Çalakiya nobeta aştiyê ya Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê (BİKG) ê ji bo balkişandina ser qedexeyên ser navçe û navendên kurdan û qetilkirinên sivîsan li Esenyurt ê berdewam kir. Çalakiya jinan bi deng derxistin ê û panqarta "Em ji bo jiyan ê biparêzin" û dovîzên "AKP dest ê xwe ji me vekişîne", "Eyşê mamoste ezim", "Bila çek bisekinin", "Jin jiyan azadî" û "AKP şer, jin aştiyê dixwazin" rakirin.

Li ser navê jinan Nermin Kiliç wuha got; "Sêvê, Pakize û Fatma ji bo ku siyaset dikirin û bi fikrên xwe bawer dikirin û ne xwestin taxa xwe bi terikenin ji aliyê hêzên dewletê ve hatin katilkirin. Her roj zarok, jin, bebik, kal, pir û ciwan tên katilkirin. Jiyana ku em hemî dixwazin şênsê me yê kemin azadi û aştî ye." Nermin Kiliç axaftina xwe wiha doman; "Di 14 kanunê de çend mirov li Cizirê hatin katilkirin, çend xanî hatin xirakirin, mirovên li ber deriyê xwe hatin katilkirin, çend bebik hatin katilkirin, em qala kîjan mirovatiyê dikin. Em ê vî şerî qabul nekin, heta li Cizîrê, Silopî û Sur ê şer hebe em ê çawa bêjin li Stenbolê Aştî he."

(dt/zt)