Berxwedana gel ê surê di roja 43'an de berdewam dike

12:21

JINHA

AMED - Li navçeya Surê ku ev 43 rojin dorpeç lê heye ji şevêdî ve hêzên dewletê dîsa tax dan ber top an. Di êrîşê de gelek xanî xarabun lê berxwedan a gel berdewam dike.

Li navçeya Sur a Amedê ku qedexe û dorpeç lê heyî berxwedan di roja 43'an de li hember êrîşan berdewam dike. Dengê tang û topan ji nava bajêr tê bihîstin. Li navçeyê ji êveri ve dîsa bi tang û topan êrîş berdewam dike. Ji ber dengê tang û topan zarok nikarin rakevin. Her diçe zoriyên welatiyên nava Surê zêde dibin. Welatiyên nava taxê wiha dibêjin: "Emê heya dawiyê daxên xwe biparêzin û em bi ti derê de naçin."

(dt/zt)