Êrîşî yên li ber NY yê di çalakiyê de kirin: 9 binçavkirin
12:56
JINHA
ENQERE - 9 endamên Devrîmcî Partî yên xwestin komkujiyên li Kurdistanê li ber Nûnertiya NY'yê ya Tirkiyeyê protesto bikin rastî êrîşê polîsan hatin û hatin binçavkirin.
Komekî ji endamên Devrîmcî Partî ji bo komkujiyên li Kurdistanê şermezar bikin li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Tirkiyeye çalakî kirin. Çalakger pankarta "7 komkujî 542 mirin, hikumet îstîfa" ragirtin û li hemberî zextên hikumeta AKP'ê jî dovîza "Çok neşkîne rabe ser piya" hilgirtin. Çalakgerên ku bi dirûşmên "Fermandarê me Azîz Guler " û "Kujer DAIŞ hevkar AKP" berz kirin, piştî demekê rastî êrîşê tund a polîsan hatin. 9 çalakgerên ku ji aliyê polîsan ve hatin derpkirin, hatin binçavkirin.
(zt)