Gireva birçîbûnê ya malbatan di roja 12'an de berdewam dike
13:02
JINHA
AMED - Dorpêça ser Surê di roja 43'an dene. Ji bo girtina cenazeyan gireva birçîbûnê ya malbatan berdewam dike.
Dorpeça li ser Sur a Amedê ket roja 43'an. Malbatên İsa Oran, Mesut Seviktek, Ramazan Ogut û Rozerin Çukur ku li Surê hatine katilkirin ji bo cenazeyê zarokên xwe wergirin ev 12 rojin liber Şaxa İHD'a Amedê di gireva birçîbunê denin. Malbatan gotin; "Eger cenazeyê zarokên me nedin me, em ê greva xwe veguherenîn roji ya mirinê. Welatiyên ji bo piştgiyê çun ziyarêta malbatan êşa malbatan parkirin.
Malbate ku bi hembez kirina wêneye zarokên xwe di girevê denin goti: "Emê tekoşîna xwe berdewam bikin û emê gav paşde ne avêjin."
(dt/zt)