Gelo jinên ji Boko Haram revandine dikin bombayên zindî?

15:13

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Kolofata ya Kamerunê di teqîna îro çêbû de 12 kesan jiyana xwe jidest dan. Hat zanîn ku bombeya zindiya hatî teqandin jin bûye û demek berê ji Boko Haramê revandibûn.

Li gorî nûçeya AP yê îro li bajaroka Kolofata ya Kamerunê di dema nimêja serê sibê de teqîn çêbû û 12 kesan jiyana xwe jidest dan. Waliyê Herêma Far North ê Midjiyawa Bakari diyar kir ku ya teqîn pêkaniyî ji Boko Haramê ye.

Li gorî şahidên bûyerê yên teqîn pêkaniyî du jinin. Di derbarê jinên berê ji Boko Haramê girtine û bi zorê kirine bombeyên zindî de guman hene.

(cm/zt)