Li Cizîrê welatiyek qetilkirin jinek jî dibin xirbeyan de ma
15:48
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê topek bi mala welatiyê bi navê Abdulselam Yilmaz ket û ji ber parçeyên topê jiyana xwe jidest da. Di heman malê de Hayriye ya 90 salî dibin xirabûyan de ma, li bendê ye bê rizgarkirin.
Li Cizîrê dorpêç û êrîş di roja 31'an de berdewam dike. Li Taxa Nur welatiyê bi navê Abdulslam Yilmaz ê li ber derê mala xwe dema ku top bi malê ket ji ber parçeyên topê jiyana xwe jidest da. Ji ber ku abolans nikare têkeve taxê cenazê Abdulselamê jiyana xwe jidest da rakirin malek dinê. Di heman malê de Hayriye ya 90 salî dibin xirabûyan de ma, li bendê ye bê rizgarkirin. Ji ber welatî nikarin bi Hayriye ve biçin nayê zanîn ka çîlê hatiye.
Li aliyê dinê malbatê cenazeyê Mehmet Şirin Erdinç ê ku di 9'ê çileyê de li Taxa Nur di gulebarana hêzên dewletê de birîndarbûyî û li Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê jiyana xwe jidest dayî girtin. Li gundê Kiriz cenaze bi tevlîbûna gundên derdorê bi merasîmekê hat sipartina axê.
(ma/zt)