Parêzeran li mala 12 ciwan lê hatin înfaz kirin lekolîn kirin

15:54

JINHA

WAN - Li Ertemîtan mala ku 12 ciwan têde hatî înfazkirin parêzvanên mafê mirovan û parêzeran dest bi lêkolînê kirin.

Li Taxa Yenimahale ya navçeya Ertemêtan a Wanê di nava mala 12 ciwan têde hatin îfazkirin de parêzvanên mafê mirovan û parezeran lêkolîn dan despêkirin. Di navê de Baroya Wanê, IHD, MAZLUMDER, Komeleya Huquqvanên Mezopotamya û Parezer jî heyî çun cihe ku ciwan lê hatine înfaz kirin û lêkolîn dan despêkirin. Di male de qalikên guleyên vale, cihe xwînê û gelek kunên ji ber guleyan çêbûyîn hebûn. Heyata ku lekolîn pêk anîn wê di rojên pêş de rapora amadekirine eşkere kin.

(zt)