Li Cizîrê 2 kesên dinê jî qetilkirin
19:02
Çile
13
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Li Cizîrê di saetên êvarî de hêzên dewletê kolan gulebaran kirin û 2 kesên dinê jî qetilkirin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku pêkanînên qirkirinê di roja 31'emîn de berdewam dike, di saetên êvarê de êrîşên li hemberî Taxa Cudiyê giran bû. Di topbaran û gulebarana hêzên dewletê de 2 welatiyên ku navê wan nehat zanîn hatin qetilkirin.
Cenazeyê her 2 welatiyan ji aliyê şêniyên taxê ve hate rakirin û heya kolana Nisêbînê birin. Cenaze li vir bi wesayîta cenazeyan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
(zt)