Jin li Navenda Trafîqê xwe bi rêxistin dikin

09:15

Sorgul Şêxo/JINHA

TIL TEMIR - Jinên Rojava li tevahî qadên jiyanê xwe bi rêxistin dikin. Jinên bajarê Til Temir ên ku cihê xwe li Navenda Trafîqê digrin bi aweyek aktîf xebatên xwe dimeşînin.

Jinên Rojava ên ku bi berxwedan û sekna xwe ji tevahî cîhanê re bûne mînakê jiyanê xwe li her qadê bi rêxistin dikin û bingeha pergala netewa demokratîk avadikin û parastina herêmên xwe dikin. Li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê jin li Navenda Trafîqê xebatê xwe bi aweyek aktîf rêvedibin. Jinan diyar kirin ku hebûna jinan li navenda trafîqê de gelek pirsgirêk çareser kirine û gotin ev yek hêza jinan diyar dike.

Rêvebera Navenda Trafîqê ya bajarê Til Temir Hemrîn Ebdella da zanîn ku 11 jin cihê xwe di Navenda Trafîqê de digrin û wiha got, "Di nava du salan de gelek pêşketin çêbûne. Sekin û xebata jin bû sedem ku gelek pirsgirêk ji holê rabin. Mînak li bajêr gelek qeza pêk dihatin, lê ji ber hesasiyeta jin û rast xebatê êdî hêjmara qezeyan kêm bûye. Gelek riyên qotrolê jin pêk tînin. Ev yek hêza jin ya avakirin û rêveberinê diyar dike. Ji ber vê yekê gelek jin ji pêkhatiyên Ereb û Aşûrî jî tevlî dibin. Tevahî pirsgirêkên ku dertên bêy ku derbasî jor bên kirin jin bi xwe çareser dikin.

Hemrîn destnîşan kir ku ew bi sekin û xebata xwe nêrînê û kevneşopiya civakê jî guhertine û wiha domand, "Civak bi çavê ku jin tenê yê zarok xwedî kirinê ye dinêrî. Yanî ew qalibên jin tenê karê mal bike û zarokan xwedî bike. Li hember vê hişmendiyê jî me bi sekna xwe şoreş pêk anî. Jin êdî navenda bajaran bi rêvedibe. Ev yek hêzek mezin dide û dibe çavkaniya jiyanê ji tevahî jinan re."

Jiyan Rîso jî bilêvkir ku ew derdikevin dewriya parastina bajêr jî wiha berdewam kir, "Em li ser rê disekinin û qontrola nasnameyan pêk tînin. Li her qadê jin cihê xwe digre. Jin li Rojava ne tenê pêşengiya parastinê dike, di haman demê de di qadên siyasî, civakî, aborî û ekolojî de jî digre. Zanistiya pêşengiyê bi sayê hizir û felsefeya Rêber Apo pêk hatiye. Jina Kurd ji tevahî cîhanê re bûn mînaka berxwedan û avakirinê."

(rc)