Dayîkên Şemiyê Hanim Tosun: İktidar hatin guhertin lê hişmendî hemane

09:41

JINHA

STENBOL - Dayîka Şemiyê Hanim Tosun a ku di salên 1990'an de hevserê wê Fehmi Tosun di cînayetên faîlên kiriyar nediyar de hatî windakirin diyar kir ku ji salên 90'an heya niha qirkirinên ser Bakurê Kurdistanê berdewam dikin. Hanim da zanîn ku deshilatî hatin guhertin lê hişmendî hemane.

Dîroka komkujiyan berdewame tiştek jê kêm nebûye. Ji salên 90'an heya niha her dem gel li hember polîtîkaya îmhayê li ber xwe daye. Niha jî bi revandina cenazeyan û nedayîna cenazeyan dixwazin vîna gel bişkênin. Gelê ku bi salane ji bo girtina hestiyên windayên xwe û darezandina faîlên wan tekoşînê dikin, niha jî li hember dewleta ku zarokên wan qetildike û cenazên wan direvînin li ber xwe didin.

'Hikumet hatin guhertin lê hişmendî nehat guhertin'

Hevjîna Fehmi Tosun ê di salên 90'an de li Bakurê Kurdistanê hatî windakirin Hanim Tosun rewşa Kurdistanê ya duh û îro nirxand û got: "Her çendî di navberê de dem derbasbûyî be jî hikumet hatin guhertin lê hişmendî hemane. Hindirê me dişewite, xwîn ji hindirê me tê. Em ewqas bihêrsin... Yên vê dewletê birêve dibin her dem hovîtî kirine. Ez gelek mereqî dikim, rêveberên vê dewletê çî dixwin û vedixwin. Ji ber ewqas çav û hindirê wan reş bûye, ez mereq dikim li peyî çîne û dixwazin çî bikin."

'Em bi soz û peyîmanin emê neqedein û her dem zêde bibin'

Hanim bilêv kir ku kurd bi soz û peyîmanin ku bi komkujiyan neqedin û wiha berdewam kir: "Emê cesareta xwe mezin bikin û bi wî awayî tekoşîna xwe berdewam bikin. Em naxwazin tenê mirovek jî bê qetilkirin, ji bo wê ye bi salane em aştiyê dixwazin. Ew vê hovîtiyê bidomînin, dê zarokên sibê bi hêrs û kînê mezin bibin. Erdogan û Davutoglu nikarin kurdan biqedînin. Em di demên gelek dijwar re derbas dibin. Ev hovîtî ne li Îsraîlê ne jî li Suriyê nehatiye dîtin. Em dizanin heyîranên DAIŞ'ê vê dikin. Bila ji gelan bigerin ku bi xwe birînên hev bipêçin. Bila bes êdî vê hovîtiyê bikin, ev rewş bi vî awayî çareser nabe."

(zt)