'Min tevî DAIŞ'ê digrin'

09:47

JINHA

ERZEROM - Li Navenda Paşde Vegerandin ya Aşkale skandalek din tê jîn. Koçberê Rojava bi telefonê agahî dabû hevjîna xwe ku tevî DAIŞ'ê wî ragirtine û dûvre hevjîna wî nema agahî jê girtiye. Li Ser vê yekê hevjîna wî serî li BÎMER'ê dide lê rastî bersivên ecêb tê.

Tê îddîa kirin ku koçberek Rojava ji mehê Mijdarê ve li Navenda Paşde Vegerandin ya Aşkale tevî DAIŞ'ê tê girtin. Ligel ku agahî jê hat birîn, ser hemû hewldanan ji bo hevdîtinan jî bersivên ecêb tên dayîn. Koçberê Rojava di Mijdara 2015'an de li Otogara Esenler yê Stenbolê ber çavê hevjîn û zarokên xwe bi hinceta "propagandaya rêxistina terorê kiriye" hat binçavkirin û birin Navenda Paşde Vegerandin yê Kumkapiyê. Di serî de GGM'ê Kumkapi derbarê koçber de îddîa nepejrand û got 'dosyayê de şaşiyek heye' lê dûvre bi helwesta emnîyetê yê zorê koçberê Rojava tê girtin. Koçberê Rojava yê ku car caran bi telefonê bi hevjîna xwe re dipeyivî diyar kiri bû ku şert û mercên girtîgehê gelek giranin.

'Min tevî DAIŞ'ê digrin'

Koçberê Rojava di meha Mijdara 2015'an de, bi hevjîna xwe re ser telefonê wiha gotibû, "Min tevî komek DAIŞ'ê anîn Navenda Paşde Vegerandin ya Aşkaleyê Erzerome." Piştî van gotinan tu agahî ji koçberê Rojava ne hat girtin. Hevjîna wî yê ku ji rewşa wî bi gumane ser vê yekê hat Erzeromê. Lê ji ber hinceta veşartîbûnê nehêştin ku hevdîtinê pêk bîne. Dûvre tevî parêzer cardin çû Navendê lê vala piştve hat xistin. Jina ku ji bê çarebûna xwe maxdûriyeta xwe ji BÎMER'e vedibêje, piştî çend rojan mailek ecêb tê jêre.

'Komara Tirkiyê dewletek hiqûqiye!'

Maîla ku ji Navenda Ragihandina Seroktî ser (BÎMER) hatî şandin, bi temamî bi aweyek seranser hatî nivîsîn û derbarê koçberê Rojava de tu agahiyên bi tendurist ne hatî dayîn. Di maîla ku hatî şandin de wiha hatî gotin, "Li Navenda Paşde Vegerandin ya Aşkale hevjîna we tevlî dosya xwe, li gorî Zagona Biyaniyan ya hêjmara 6458 di binçavan de tê girtin. Komara Tirkiyê dewletek hiqûqiye. Li gorî rêgezên dewletê yê hiqûqî, hemû pêkanîn di çerçoveya hiqûqê de wê bê kirin. Em we agahdar dikin. ÎDAREYA KOÇBERAN YA BAJARÊ ERZEROMÊ."

(rc)