Yekîtiya Star kampanya îmzayê ji bo Zeynep Celaliyan dide despêkirin

10:43

JINHA

QAMIŞLO - NavendaYekîtiya Star a bajarê Qamişlo ji bo girtiya siyasî Zeynep Celaliyan kampanya ya îmze topkirinê dan destpekirin. Zeynep Celaliyan di sala 2008'an de li bajarê Kirmaşanê ji aliyê Îtlaatê ve hatibû girtin.

Girtiya siyasî Zeynep Celaliyan di Girtîgeha Xoy ya li Rojhilatê Kurdistanê tê girtin. Tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayê derman kirin. Derbarê mijarê de NavendaYekîtiya Star daxuyanî da. Di daxuyaniya Navenda Yekîtiya Star de wiha hat gotin, 'Em ê di 15'ê Çileyê de dest bi hamle bikin. Ji ber ve yekê jî weke Yekitiya Star em bang li tevahî mirovên xwedî wîjdan dikin ku destwerdina vê rewşê û ji bo rizgarkirina Zeynep Celaliyan tevlî kampanya ya îmze komkirinê bibin dikin."

'Dibe ku çavên wê êdî nema bibînin'

NavendaYekîtiya Star di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got, "Zeynep Celaliyan di girtîgeha Îranê de di bin îşkenceyên giran û şert û mercên zehmet de ye û destûr nayê dayîn tedawî bibe. Bijîşkan jê re gotine eger 'çavên we neyên dermankirin ew ê ji ronahiya çavan bibe. Hevdîtina Zeynep Celaliyan a bi malbata wê re jî bi awayekî keyfî û bêhuqûqî tê asteng kirin."

Derbarê tenduristiya Zeynep Celaliyan de wiha hat gotin, "Ji bo ev şert û mercên giran bi dawî bibe Zeynep Celaliyan gelek car dest bi greva birçîbûnê kiriye. Tevî ku biryarê îdamê hat rakirin û wergerî hikma muebed jî tu gav ji bo dermankirinê û başkirina şert û mercên girtîgehê nehat avêtin. Niha rewşa Zeynep Celaliyan yê tenduristiyê di rewşek xirab de ye. Her kêlî rewşa çavên wê girantir dike."

Yekîtiya Star di dawiyê de wiha got, "Ji bo bi aweyek lezgîn mudexeleya rewşa Zeynep Celaliyan bê kirin û bijîşkên pispor werin şandin, em bang li her kesî dikin ku tevlî kampanya îmzeyê bibe."

(gb/rc)