Jinên esnaf yên Geverê bi xebatê zîhniyetê civakê diguherin
11:12
JINHA
COLEMERG - Esnafên jin ên Geverê çanda xwe yê herêmî bi dirûna kiras û fîstan jiyan zindî dikin. Jinên esnaf qala hişmendiya civakê yê li hember jinê kirin û diyar kirin ku ji bo guhertina kevneşopiyên civakê yê li hember jinê ew ê bixebitin.
Bi hezaran sal jin bi keda destê xwe çanda herêmî cil û berg bi nexşên cuda dide jiyan kirin. Kiras û fîstanên herêma Colemêrgê yên gelerî bi keda jinan heya roja îro tê parastin. Jinên ku bi kedê destê xwe cilên gelerî zindî digrin wek li her derî li Geverê jî di nava şert û mercên zehmet de çêdikin û bi vê yekê nêrîn û hişmendiya civakê ya ku dibêje 'jin nikare kar bike' dişkîne. Jinên esnaf yên Geverê diyar kirin ku kedê jinan tine tê hesbandin û gotin ew li hember vê hişmendiyê dixebitin û kêfxweşiya xwe ne muhtaçkirinê dijîn.
'Ez dixwazim bi keda xwe ser piyan bisekinim'
Jina esnaf Vahîde Evren diyar kir ku ew berî 6 sal dest bi xebatê kiriye û got ew naxwaze xwe muhtacê tu kesî bike. Vahîde wiha got, "Ez dirûtinê dikin û wiha debara xwe dikim. Dema ku pêdiviyê zarokên min bi tiştek hebe bi dilek rihet ez dixwazim pêşwazî bikim. Ez jî dixwazim wek jinek azad bijîm. Dixwazim ser piyê xwe bisekinim û pêdiviyên jiyanê bi xwe pêşwazî bikim."
'Li hember hemû pirsgirêkên derketin pêşbirê min bi hêza xwe min derbaskir'
Jina esnaf Saniye Şenlîk jî destnîşan kir ku li hember zehmetiyên jiyanê ew dev ji têkoşîna xwe bernedaye û têkoşîna xwe yê jiyanê didomîne. Saniye a ku wek berdêl ji Şemzînan dane Geverê piştî 10 sal yê zewacê biryar daye têkoşîna jiyanê bi tena serê xwe bidomîne. Saniye balkişand ku ew li hember zehmetiyên jiyanê têkoşiye û wiha domand, "Berî ku dest bi dirûna cil û bergên gelerî bikim jî min gelek xebat da meşandin. Niha min jiyana xwe bi rêxistin kiriye. Hemû dexwazê xwe ez pêşwazî dikim. Zarokên xwe jî wekî ku dixwazim ez mezin dikim."
'Di demsala zivistanê de xebatê me radiweste'
Saniye wiha pêde çû, "Havînê em çeyîza bûkan didrûn. Cil û bergên herîmî yên gelerî ez didrûm. Ji ber ku dewatên vir di nava baxçeyan de pêk tê, zivistanê karê me radiweste. Lê bi karên cuda yên dirûtinê zivistanê mijûl dibim."
(rc)